HESEKÊ –
Li navçe û bajarên kantona Hesekê jinan bi cil û bergên xwe yên folklorî 8’ê Adarê bi diruşma “Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” pîroz kirin.
Şêniyên bajarê Hesekê li devera Sedê “Bendava Rojava”, şêniyê Til Temir li qada Malbatên Şehîdan û şêniyên Dirbêsiyê jî li navenda Çandê 8’ê Adarê pîroz kir.
Qadên pîrozbahiyê bi alên Kongra Star, YPJ, YPG, wêneyên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xemildanin.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê daxuyaniya Platforma Çalakiyên Hevpar ên Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê enadma Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Lîlav Hesen, endama Kongra Star a Dirbêsiyê Darîn Îsan û endama Kongra Star a Til Temirê Madlîn Ubeyd ve hate xwendin.
Di şahiya li Hesekê de daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ji aliyê ji fermandar Guvenda Qamişlo ve hate xwendin.
Di pîrozbahiya li Til Temirê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Zîlan Til Temir axivî û got: “Her kes dizane ku jinan pêşangtiya şoreşa Rojava dikin û berdêlên giran didin. Ev hemû berhemên fikir û felsfeya rêber Ocalan e. Jin roj bi roj têkoşînê xurt dikin.”
Zîlan Til Temir her wiha got: “Di mewziyên şer de jinan xwe bi rêxistin kirin. Her wiha di hemû qadên şoreşê de cih digirin û ji bo rakirina tariyê li ber xwe dan, têkoşîna wan hîna berdewam e.”
Zîlan Til Temir anî ziman ku ew YPJ û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê dê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê xeta berxwedanê dewam bikin.
Şahî li her sê deveran stran, dîlan û şano ji aliyê komên Ereb, Kurd, Suryan û Ermenî bi dawî bû. Beşdaran li ber stranan govend gerandin.