COLEMÊRG – Cenazeyê Sîtî Karatay a HPG’î ku li Şemzînanê di şer de şehîd bibû, dê li Bazîdê bê veşartin.
Malbata Sîtî Karatay (Ezda Avesta) a HPG’î ku di 2016’an de li bejahiya Şemzînan a Colemêrgê di şer de şehîd bibû, îro cenazeyê Karatayê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê wergirt.
Ferdên malbatê du meh berê ji bo DNA’yê xwîn dabûn. Îro piştî ku rayedaran xeber şand ji wan re, ji Bazîd a Agiriyê çûn Şemzînanê. Ferdên malbatê cenazeyê Karatayê ji nexweşxaneyê wergirtin û ji bo bisipêrin axê ber bi Bazîdê ve bi rê ketin.
Hat hînbûn ku dê cenazeyê Karatayê li Goristana Kûçkiran a Bazîdê bê veşartin.