NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanan a Yurtsever Gençlik kevneşopiya weşangeriya xwe wekî dîrokek mezin didomîne. Kovar ji weşana xwe û vir ve bi her cure zext, êrîş û qedexeyan re rû bi rû maye. Lê belê, kovara ku reng û dînamîzma ciwanan nîşan dide, di serdema nû de tevî êrîş û astengiyên faşîst jî jiyana weşanê didomîne.
Di derheqê Hejmara 11’emîn de ev daxuyanî hate dayîn:
Kovara me ya Yurtsever Gençlik bi hejmarek taybet a Newrozê bi şîara 50. Emîn Newroza Rêber APO serkeftina cenga azadiyê ye peşberî we ye. Di vê hejmara taybet a Newrozê de gelek nivîsên Newrozî ji aliye pênûsên ciwan ve hatiye amade kirin. Bi taybetî serpêhatiyên bi rojame Rêber APO re hatiye parvekirin weke çîrûska agirê Newrozê wê dilan germ bike, mejiyan ronî bike.
Nirxandinên Rêber APO ya li ser Newrozê û Hefteya Qehremaniya Netewî,
Nivîsa 8’ê Adarê ya li ser tekoşîna jinên ciwan,
Portreya şehîdê Newrozê ya Kemal Kurkut sernivîsên girîng ya vê hejmara kovara me ye.
Her wiha di perspektifa jinên ciwan û ciwanan de bi rihê Newroza Rêbertî nexşereya tarzê zaferê hatiye raber kirin.
Ji bo ciwanên şoreşger û welatparêz ev hêjmara kovara me wê bibe kılavuza serkeftinê.
Me bixwînîn me binasin.
Me bi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî serbikevin!
Hûn jî dikarin xwe li ser van navnîşanan bigihînin kovara Yurtsever Gençlik: