NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer pêşbirkek wêjeyî ji bo jinên ciwan ên navçeya Kelarê li dardixe. Pêşbirk gotar, helbest û çîrokan li xwe digre. Kesên di pêşbirkê de bi serketin wê werin xelat kirin.
Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, ji îro ve (9’ê Adarê) pêşbirkek wêjeyî ji bo jinên ciwan ên sinorê navçeya Kelarê dibin dirûşma “xeta tekoşînê bi pênûsa jinan tê nivîsandin” dide destpêkirin. Wê pêşbirk 20 rojan bidome.
Jinên ciwan ên temenê wan di navbera 15-35’an de dikarin heta 1’ê Nîsana 2022’an bi gotar, helbest û çîrokên xwe tevli pêşbirkê bibin.
Pêşbirk diyarî jinên ku di dema Enfalê de bi dest rejima Baas hatine revandin û heta niha çarenûsa wan nediyare, hatiye kirin.
Wê roja 2’yê Nîsana 2022’an jî bi merasîmekê kesên biserketine werin xelatkirin.
Kesên bixwazin tevli pêşbirkê bibin, dikarin berhemên xwe ji vê adresê re bişînin; [email protected]