PARÎS – Li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Tekoşer li ber îstasyona trenê ya banliyo hate li darxistin. Di meşê de alên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan. Di meşê de pankarta “Ji Abdullah Ocalan re azadî“ hat hildan. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bê Serok jiyan nabe“ hate berzkirin.
Her wiha di meşê de êrîşên dewleta Fransa ku Kurdan krîmînalîze dike jî hatin protestokirin.
Çalakiya ku di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê“ de hate lidarxistin, qasî saetekê berdewam kir. Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiyan û mezinkirina berxwedanê hate kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Ap“ bi dawî bû.