RIHA- Li Rihayê di şerekî çekdarî de 2 polîsên faşÎst hatin kuştin.
Li Kolana Mevlana ya navçeya navendî Halîliye ya Rihayê di şerekî çekdarî de 2 polîs hatin kuştin. Li gor agahiyên bi dest ketin, polîsên Qaşo Têkoşîna Li Hemberî Sûcên Qaçaxçîtî û Organîzeyê (KOM) Abdûllah Yesîr B. ji serê xwe û Cemal B. jî ji pişta xwe de hatin lêdan û mirin.
Kes an jî kesên bi çekê(an) bi polîsan re şer kir(in) ji cihê bûyerê reviya(n). Polîsên bi giranî birîndar bûn jî sewqî avahiya pêvekî ya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan hatin kirin. Piştî tedawiya ewil polîsek neqlî Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê û yê din jî neqlî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan kirin û di encamê de her du polîs jÎ mirin.