NAVENDA NÛÇEYAN –
ÊrÎş Mordem Nivîsand
Newroz jîn û jiyane, newroz berxwedan û serhildane, îro newroz pir bi şahî û girseyî weke berê di nav kurdan tê pîrozkirin.
Îraniyan, ji ber ku wan xwe nêzikî kurdan didît, di wan herêmên kurdan de, yên di nav sînorê wan de, zêde pirsgirêk derneketin. Lê “weke çandeke Îranî” tê ji wan hat xwestin ku bidina nîşandin. Bi vê yekê re gelek nirxên kurdî di nav Îraniyan de jî bicih bûn. Vê yekê kir ku çandeke wek hevdû şîn bibe di nav wan de. Ji xwe, ji aliyê zimên ve gelek xosletên wek hevdû hene. Bi vê yekê re pevçûn û bi hev re pêşketin, bi hev re bi wan re jîn bû.
Lê li aliyê Osmaniyan wilo ne bû. Piştî şerê Çaldiranê çend ku Îranî serdest bûn û xwe lev dana hevdû jî, lê Kurdan xisarên mazin jê dîtin û zû bi zû xwe lev ne dana hevdû. Pişt re di demên pişt re de, hin bi hin qedexekirineke mezin li ser serê Kurdan berdewam kir. Ta deme Komara Tirk ev qedexekirin berdewam kirin. Di deme komarê de jî wê qedexekirinê hê xurttir û zêdetir hebûna xwe berdewam kir. Li ser navê kurdan nirxên wan hatina jêbirin. Li aliyê kurdistanê yê qatê Tirkî, çanda wê derê weke çanda tirk hate nîşandin. Demên bişavtinê her weha dest pê kirin. Piştî ku tekoşîna azadiyê e kurdan dest pê kir, êdî dîsa li xwediderketine nirxên xwe derkete hole. Êdî Newroz jî bidest bi girseyî hatina pîrozkirinê hata kirin. Weke ku kurdan ji vê rewşê re di got, “ji nû ve şiyar bûn” bû. Êdî Newroz û nirxên ku bi Newrozê re dihatina ser ziman û kevneşopiyên ku pêre hebûn, careke dî zîn û jîn bûn. Weke ku kurdan got “Newroz ji nû va careke dî bû”, êdî. Ew nûbûn jî, bi navê newroza hemdem hate pêşwazîkirin.
Li gor demê, navê Kawa jî hate ser ziman. Weke wê demê, çawa ku bindestî bû û Kawa rabû û li ber xwe da, êdî ji nû ve jî, kurd weke wê demê rabûna ser pîyan û tekoşîna xwe ya nûjen dan. Ji pêşengiya wê jî gotin “Kawatîya hemdem”. Ev gotin di nav tekoşîna kurdan de ku hê nû ve dest pê dikir û hemû tişt hatibû ji bîrkirin, pêşengekî kurd bi navê Mazlum Dogan ku di zîndanê de girtî, bedena xwe bi sê darikên kibrîtê, ku weke sembola agirê Newrozê pêxistin û dawi li jiyana xwe anî. Vê bûyarê, careke dî di ser hişê kurdan de Kawabuyin bi bîr anî. Êdî berxwedan mezin û bilind bû. Bi vê yekê re Kawayê hemdem bû.
Lê wekî dî jî ku mirov bêne ser ziman, divêt ku mirov her weha bêje ku weke hizir û felsefe hemdem û mîte hemdem bû, ew zîn û jîn kirin. Îro, felsefe kurd ji nû ve bi hemdemî afirî. Ev hemdemî jî her weha ew hemdemî ye.