EDENE – Yekemîn agirê Newroza 2022’an a ku wê bi şîara “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin, li Edeneyê hat pêxistin.
Rêxistina Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, Partiya Herêmên Demokratîk û Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê agirê Newrozê li navçeya Gulbahçe ya Edeneyê bi dirûşmeya “Dema serkeftinê ye” pêxistin.
Çalakiya ku ji aliyê gel ve bi tilîlî û çepikan hat destekkirin, bi avêtina ciwanan a li ser agir berdewam kir. Di çalakiya ku dirûşmên “Bijî berxwedana zindana” “Bijî Newroz pîroz be” hatin qîrîn, ciwan li qada govendê rawestiyan û li dora agirê Newrozê govend gerandin.