NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî têkoşîna berxwedanê ku bi rêbertiya partiya me ya li Bakur-Rojavayê Kurdistanê, mêtingeriya Tirk ji salên 1975’an û pê ve bi komkujîiyan, gelek rêberên tevgera me ya berxwedanê qetil kirine. Hevrêyê komunîst Mazlûm Dogan, ku Endamê Komîteya Navendî ya Partiya me û damezirandêrê partiya me ye, yek ji zarê herî dilêr, fedekar û bîrewer ê gelê me ye, di roja Newrozê de ku sembola azadî, vejîn û vebûna li biharê ye, piştî êşkenceya bi mehan dom kirî, bi mînaka berxwedanê ya kêmpeyda, hovîtiya li zindana Amedê protesto kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.
Rûdanên wiha di pêvajoya berxwedanê de dertên holê û xasma jî ev rûdan, ji bo fêhmkirina rewşa têdeyî ya gelê me û têkoşîna me ya berxwedanê, ber bi paşerojê ve ji bo geşbûna têkoşîna şoreşger hîmekî sereke ye, gelek tişt tê hene ku mirov divê dersan jê bigire û li ser bifikire û jê hîn bibe. Ji ber vê, weke hewcehiyeke pêgîrîbûna li mezinbûna hevrê Mazlûm û xasetê wî yê pêşvebiriya mezin, divêtiyeke hevrêtiyê ye ku encamên ku ji têkoşîna me ya berxwedanê divVe werin derxistin, bi rengekî bi rêk û pêk em bidin. Hem derxistina encaman û hem jî veguhaztina van encaman a li ser pêvajoya têkoşîna berz, peywireke bivênevê ye.
(…)
Divê rastî bi hemû aliyên xwe ve werin danîn, ji bo bîranîna hevrê Mazlûm, ev rewşên kambax ên li ser gel bi hemû aliyên xwe yên resen ve werin danîn. Li ser vê mijarê sînordarkirî jî be heke em bikaribin ya xwe vebêjin û vê vegotinê bînin ser asteke rast a rêxistiniyê, kêm jî be wê dilê me rehet bibe. Pariya ku hevrê Mazlûm endamê wê ye, heke bikaribe vê bike, avaniya xwe li ser vê bingehê dikare qeyîm bik û bi vê hişmendiyê bikaribe rêbertiya gel bike, encex dikare êşa xwe hinekî sivik bike.
Gelê me, weke ku tê zanîn hê ji Beriya Mîladê bi 1000 salî û wir ve xwe ji vejînê re hazir dikir, êşa ji ber ku yek ji wna gelê prîmîtîv ê komunal e, dikişand. Lê li bara wan, împaratoriyên despot ên koledar ku nûnerên har ê wê demê hebûn û siyaseta wan a îmhayê li ser serê wan kil dibû. Kawayê Hesinkar weke smebola azadî û vejînê, bêhtir di demeke wiha de û li dijî van despotan bûye sembola berxwedanê, bûye efsane û tenê maneyeke vê ya sembolîk heye. Rastiya li bin vê efsaneyê jî, berxwedan gel, serkeftînên bêhijmar ên vê berxwedanê û serfiraziya vê berxwedanê ye. Maneya vê ya niha jî, bidawîanîna çalakiyên zalimên ku bi rengê Deheq sembola wan hatiye diyarkirin, di Newrozê de pêkhatina vejînê ye, maneya Newrozê û maneya vî navê efsaneyî yê Kawa ev e. Ango navê vebûna li nûbûn, bihar, azadî û serxwebûnê, bi kurtasî, weke li nav gelek civakan û li nav gelê Kurdistanê jî heyî, geşedana giştî ya celebê mirovî ya li ser nirxên xwe yên civakî, rêz û rêçikên milî û li nav jiyana millî ye. Çawa ku îro şopdarên van Nemrûd û Dehaqên zalim ku nalet li wan tê barandin hene, berxwedaniyek esîl a şopdarên Kawayan, lehengên vê berxwedana esîl jî hene. Ev domdarkiriyên vê rêz û rêçikê ne. Di bîra zindî ya gel de, di gelek rêz û rêçikan de, di çîr û çîvanokan de bêhijmar mînakên vê hene.
BERXWEDANA 1975’AN LU KURDISTANÊ BÛ XWEDÎ MANE
Dema ku em hovîtiya li ser hevrêyên li zindana Amedê dinirxînin, em hinekî dîtir nêzî rastiyê dibin. Dijmin, bi vê ne ku tenê dixwaze dawî li jiyana fizîkî ya van kesan bîne, li bara şertên nû yên geş bûyî, di demeke wiha de ku xasma gelê Kurdistanê ji bo ku bigihije serdemê êşên giran dijî, xebatên vê yên îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî gihandiye asta herî bilind, hemû tevdîrên polîtîk ên bi hedefa xwe gihandina serdemê û hem jî li gel komkujiyên bi xwînmijî ev gihandî serkeftinê, li bara van geşedanan, di şexê van hevalan dee, bersiveke qels, bİ qasî qelsbûna xwe basît, kirêt û hoveber e jî. Wê, çima li bara van mirovan ku ji bilî komek hestî û goşt ne tiştekî dî bûn û bi cîhanê re ti têkiliya xwe nemabûn, rêbazên normal ên şer jî danîn aliyekî, xayintî li pergala xwe ya hiqûqê jî anî û bi hovîtiyeke wiha bi ser wan de çû?Dikarîbû darizandina wan temam bikirana û ew dar ve bikirana. Çima ev nekirin? Di demeke wiha de ku ew çend bi hêza xwe, xwe dinepixand, radigihand ku koka her geşedanê qelandiye, ev tişt kir? Ev vegotina tirseke mezin û rastiyeke esîl e jî. Rejîma rêxistinî xwe hinekî dîtir deşîfre kir, derxiste holê ji hêsîrên ber destê xwe jî çendî ditirse, nîşan daye ku weke amûreke riziyayî, ji kîjan hişmendî, berxwedan, polîtîka û rêxistiniyê û ev ji kê ditirse.
Dîrokê li ser hîmê berxwedana salên 1975’an maneyeke dî daye Kurdistanê. Ev berxwedana di demeke wiha ku tevahiya nirxen netewî yê civakê dihate qirkirin û hîseke wiha çêbûbû ku ti nemabû ku ev bihata temamkirin, ev berxwedana ku xwe nîşan dayî, li ser hîmê bersivdana bi berxwedaneke wiha ya li dijî komkujiyan, tim geş bûye. Ji niha û pê de dîroka ku wê li Kurdistanê were nivisîn wê wiha be. Rotaya dîrokî ya ku tevgera PKK’ê dixwaze deyne, ev e. Ev, di raman, lêkolîn, lêhûrbûn, di afirandina polîtîkaya şoreşger û geşkirina rêxistinbûnê de, berxwedan e. Berxwedaneke wiha zor e ku ti qureyê buruvayê-biçûk nikare lê bifikire jî. Ev, berxwedan berxwedaneke wiha ye ku dijmin jî bêgav maye ku qebûl bike, bi vê maneyê, li têkçûna xwe ya siyasî û hiqûqî mikûr hatiye, berxwedaneke wiha ye ku di serî de hewceyî bi artêşên xurt nîne. Ev, ji nav jiyaneke civakî û netewî ku di nav tarîtî û sekaniyê de hatiye kojtin, pireke ber bi ronkahiya serxwebûn û azadiyê ve hatiye danîn.
LI BARA MAZLÛM Û ŞEHÎDÊN DIN ÇEND GOTIN…
Bi kurtasî berxwedaneke wiha ye ku dixwaze şiva dîrokî ya berevajî rast bide rûniştandin, hêmanên dîrokê yên berevajî, bi rêya wê ya pêşveçûyî re bike yek. Berxwedaneke wiha ye ku bi salan piranî bêmane hatiye dîtin, bi ser de ku civakî û serdemî ve xwestiye ku jê biqere, lê gel vê jî li gel jî, bi serdemê jî dayî qebûlkirin û bi vê maneyê berxwedaniyeke wiha ye ku mezinbûna xwe zêdetir kiriye. bêguman, ji niha û pê de em ê tenê qîma xwe bi wê gotinê neyînin ku em bibêjin ku berxwedan hatiye cihekî jêneger. Ev, tiştekî wiha ye ku ji zû de pêk hatiye. Êdî ji bo ya piştî niha tişta ku em bi rehetî dikarin bibêjin ev e: Partiyeke wiha ku berxwedeke wiha daye ber xwe, di demeke wiha kurt de jî be, hazirker û rêxistinkara tevgera rizgariya netewî ya li gorî serdemê ye .Ev teqez bûye. Kêmasiyên xwe hebin jî ya rêber ev rêxistin e.
Em hê dikarin çiyê dî bibêjin? Li bara xeleka dawî Mazlûm û hevrêyên din ên şehîdên me em dikarin çi bibêjin? Li bara wan, bi maneya ku em hebûna wan fizîkî dîsa zindî bikin, tiştekî ku em bikaribin bikin nîne. Weke encam, li bara van ku bîrdariyên berbiçav ên ramana berxwedanê ne, sembolên wê ne, tekane tişta ku were kirin ew e ku mirov vê berxwedana wan bibe serî. Em pê bawer in ku bêyî dudiliyekê, di ber rizgariya netewî de ber bi mirinê ve çûne. Peywira herî xwerû, tûj û nayê taloqkirin ya ku li ser me dikeve ew e ku bi helwesteke bêyî dudilî û biryardar em vî karî bibin serî.
MAZLÛM HEVÎRÊ BÎREWERIYÊ YÊ BERXWEDANÊ BÛ
Hevrê Mazlûm, bi vebûna gelê Kurdistanê ya li ser serdemê, bi serkêşbûna xwe ya li berxwedana partiya me ya ji bo serxwebûn û azadiya netewî, bi şerê xwe yê ku ji kesî nexwarî ku ji hêla dost û dijmin ve tê zanîn, kesayatiya xwe ya dîrokî çespandiye.
Xasetên vî hevrêyê me yê ku ji nav hembêza gel derketî, ku nirxên berz ên gel bi kesayata komunîst a saxlem û ronî re kirî yek, li gel kurtbunê jî xwedî jiyaneke zengîn û têkoşînê ye û bi hêzeke wiha ye ku dikare rê şanî şervanên rizgariya netewî û hemû şoreşgeran bide.
Jiyana pratîk a hevrê Mazlûm ku pir kin dom kirî, her kelî, her gav tê ber çavê me . Aliyê wî yê lêkolî û lêhûrbînî ku aliyê herî beloq ê komunîstî ye, ku mînakên wê kêm in û li Kurdistanê pir hewceyî pê heye, her gav xwe datîne ber me û rastiya xwe li me ferz dike.
Cihê berxwedana hevrê Mazlûm a li nav têkoşîna me tê zanîn. Ew, hevîrê bîreweriyê yê berxwedane bû. Nûnerê hişmendiyeke wiha bû ku rojê ji 500 rûpelî zêdetir pirtûk dixwend û di etûtkirina Marksîzmê de rekor dişkand. Weke ku li dadgehê di parastina xwe de gotî, ji bo ku hebûna xwe ya fizîkî bidomîne dikare ji derfeyeke pri basît sûdê werbigire, derfeteke pir biçûk jî, ji bo tekoşîna şoreşger dikare bi kar bîne .Mînake wî tîpê milîtanê şoreşger e ku xwe ji ber şertên zehmet ê jiyanê venakişe. Ew, tîpê rêber, milîtaniyê ye, ku ji bo rastiyê ji gel re bibêje li astengan nasekine, ji her şertî sûd werdige, dibêje divê propaganda her saet û her kêlî were kirin û ev di jiyana xwe de berbiçav kirî .Hem di lêhûrbûnê û propagandayê de û hem jî di rêxistiniyê de wiha bû. Li qada rêxistinî, di xebatan de ya bi bidisiplîn û li gorî rêgezên rêxistinê jî yek ji kesê bijarte bû. Di jiyana têkoşîn û rêxistinî de, berjewendiya gel û partiyê, hewcehiyê têkoşînê di ser her tiştî re digirt, li bara mirovên herî nêzî xwe jî, ji bilî têkiliya hevrêtî û têkolînê her cur têkilî bi teqezî red dkir, jiyana xwe ya şexsî jî bi temamî li jiyana partiyê aniye, dema ku li ser vê mijarê qelsî derketine holê jî, kêmasî ji kê hatibe bila were bûye xwedî helwesta herî teqez, şoreşgeriya profesyonel di şexsê xwe de bi rengekî pir zelal berbiçav kiriye.
DÎROKA HATE SER REWŞEKE KU DIKARE XWE VEBÊJE
Hevê Mazlûm mirovekî wiha bû ku li bara hevreyên xwe bi hezkirin û hurmet bû, ti caran li bara wan nebûye xwedî kirineke beleheq, texsîr nekiriye ku bi wan re alîkar be, ew hîs daye ku ne tenê rêberê wan e lê her wiha alîkarê wan e jî û di nav zor û zehmetiyan de ev pêk aniye. Te divê bila li dijî meylên burjuvaya-biçûk a xwenenas bin ku dil dane rewakirina metingeriyê, te divê bila li dijî helwesta aqilavêtî ya şoweniya-sosyal be, hevrê Mazlûm ku weke parezvanê behempa ê xeta çînayatiyê, bi dilsoziya li xeta îdeolojîk, serxwebûna xeta polîtîk û xeta şoreşger a tevgera rizgariya netewî, ev hemû, li qadeke wiha ku qelsî, pişaftinî, bêhêzî lê serdest e, bi cih aniye, sê salên xwe yên dawî li zindananan bi vê bingehê kiriye sembol û herî pir bi rengekî layiq, bi şêwazeke ku dîroka Kursdistanê bi rengekî sirûştî wî tehf bide berxwedan aniye asta herî bilind, xwe bi refa leheng û şehîdên mezin ên têkoşîna serxwebûn û azadiyê daye qebûlkirin û ev jî bi ked, zanebûn, wêrekî û berxwedana xwe pêk aniye. Di rojeke wiha de û bi berxwedaniyeke wiha efsanebûn, herî zêde ji heqê Wî ye. Ji ber vê, vê rûdanê zêde gotin ji me re nehiştiye. Dîrok hatiye rewşeke wiha ku xwe pêk bîne .Dîroka berxwedanê, dîroka serxwebûn û azadiyê, bi naverokeke modern, Kawa ji nû ve vejandiye, serê têkoşînê kişandiye û bi vê maneyê pêk aniye. Dîroka serxwebûn û azadiyê bi hîmên modern ji nû ve vejiyaye û 21’ê Adarê Newroz bi maneya xwe rastî divê weke vejînê were hesibandin .Di kesayata wî de Kawa, bi rengekî resenî serdema me, weke ku di serê têkoşîna wî de cih girtibe.
BERXWEDANA MAZLÛM YEK JI KANA HÊZA ME YA HERÎ MEZIN E
Ji ber vê sedemê ye ku hevrêyê Mazlûm hê di serî de bûye hedef; xwedî kesayateke beloq a wiha ye ku li pey xwe dikişîne û xwedî jiyaneke hevgir a partiyê ye. Em bi vê baweriyê, di serî de hevrê Mazlûm, soz didin hemû hevrêyên xwe yên şehîd û dibêjin; em ê vê tevgera we ya mînak, a di raman û jiyana pratîk de, ya ku di ber wê de bêyî şert, li gel her cue zor û zehmetiyan bêyî ku ji ya xwe bêne xwarê, we şerê wê kirî, ji bo ku di serî de li nav xwe, li nav jiyana partiya me û gelê me, berbelav bikin, em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin. Peywira me ya pêşî ev e. Piştî vê berxwedana we, em li ser biryardar in ku li ser vê mijarê dudiliyeke piçûk jî bi me re çênebe, di hilberandina ramana şoreşger û pêkanîna vê ya li nav jiyanê piçekî jî tiraliyê nekin li nav jiyana şexsî, rêxistinî û li nav jiyana civakî. Helwesta me li ser vê mijarê bi vê bîranîne we bêhtir bûye polat. Bîranîne we, wê weke mînake tevgerê ya wiha ku şert çendî giran jî bin, ne li bara dijmin qels bibe û ne jî zêde xwe binepixîne, di bîra me de cih bigire. Dîrokîbûna mîrateya we ku we bi berxwedana xwe ji me re hiştiye li ber çavan e. We mîareteyek ji me re hişt ku wê li sedan salan belav bibe. Ev mîrateyeke wiha mezin e ku ti qureyê burjuvayê-biçûk, ti xwenenas nikaribe ser wê bigire, ti xayin nikare çavê xwe lê bigire. Berxwedana we, yek ji kana hêza me ya herî mezin e. Aşkere ye ku ne tenê ji bo mehekê, rojekê, her wiha ne tenê ji bo jiyane meya şexsî, di jiyana tevahî ya gelê me de, hûn bûne kaneke serreke ya hêzê. We, mîratekeyeke wiha mezin ji me re hişt.
Zor û zehmetiya bi layiqî nirxanidina vê mîrateyê ew e ku wê derbasî raman û pratîka we ya şoreşger a we derbasî paşerojê bikin, wê hêza ku ev hewce dike nîşan bidin û xasma jî ji îdeoojiyê heta bi pratîkê li her qadê xebat hewce dike û ji bo vê jî, ji ber ku ne tiştekî wiha ye ku di demeke kurt de dikare were bicihanîn, ji ber wê fikara bêsiûdiyê ye, ku li vir û wir dikare bi qerpiya me bigire.
(…)
Gelê Kurdistanê yê dilêr!
Ji nav xwe, bi derxistina mirovekî wiha mezin ê mîna Mazlûm, hûn ne ku tenê hebûna xwe ispat dikin, weke civakeke ku ji hembêza xwe mirovê wiha mezin derxistî, ispat dikin ku hûn vê xaseta kêmpeyda bi xwe re hildigirin .Hevrê Mazlûm ji ezmanan nehatiye, ji hembêza we derketiye.
Gelek xasetên we di kesayata xwe de berbiçav kir û bû xwedî kesayateke wiha berxwedêr. Vî hevrêyê me bi rengekî aşkere çespandiye, ku xasetên merdî, wêrekî, dirûstiyê ku îro li çiyayan, li gundan, li quncikê tarî di hembêza gelekên we de parçeyî û veşartî heyee, dema ku ev xaset di kesayatekê de berbiçav dibe, çawa diqulibe ser hêzeke mezin. Kesek gumanê jê nabe ku dema ev xasetên we hatin kûrkirin û îfadeya wê ya berbiçav bi yekîtiya we eniya rizgariya netewî ya bi rêbertiya partiyê hate afirandin, ev rêza we ya berxwedanê dikare behempatiyên çawa biafirîne.
Bêguman, ev xasetên ku îro yek bi yek di şehîdên şoreşê de xuya dikin, paşerojê wê bibe parçeyekî bivênevê yê xisletê tevahiya civaka me. Xasma jî, piştî ku xasetên ronîkir, rêxistinkar û çalakir ê partiya me li nav we berbelav bû, têkoşîna vwê geş bû, ti gumana me jê nîne ku her yek ji we wê bigihije asta ku layiqî hevrê Mazlum. Bêguman li bara bîranîna vî hevrêyê me ku em xweş nas dikin, hûn ê jî bi coşiyeke mezin xwe bi têkoşîna serxwebûn û azadiyê ve girêbidin, hûn ê jiyana îdeolojîk, polîtîk û rêxistin3i ya hevrêyê xwe ji xwe re bikin rêber û bi vê bingehê, bibin layiqî van berxwedêran ku bi baweriyeke mezin ji hembêza we pekiyaye û temsîla gewherê we dike, bêdudiliyekê bişopînin.
Hûn, bi xwedîbûna li hevrêyên wiha ,ne ku tenê bîrîkiriya xwe ya li rizgariyê diçespînin, her wiha şanî dost û dijminan da ku hûn li ser vê mijarê xwedî zemîna herî xurt in jî .Û em xweş bi vê bawer in, di hembêza we civake me de, bi milyonan xasetên wiha veşartî ne. Teqez e ku ev xasetên we yên ku di xisletê van hevrêyên rêber de bi rengekî sînordar derketî holê, wê biqulibe ser hêzeke giştî û dijmin li ber van xasetên we, wê serê xwe bitewîne. Li dijî vî dijminî ku êrîşê tîne ser nirxên we yên netewî, geşedane we ya civakî bi hezaran dek û dolaban, bi zextê dixwaze rake, îro careke dî bi rengekî aşkere û rasteqîn derketiye holê, hûn encex bi vî rengî dikarin bersivê bidin û hêza xwe bidin axaftin. Em pê dizanin ku di demeke herî zor û qesl de bi vî rengî bi xwedîderketina li li berxwedanê, em we pir ditengijînin. Lê ew çend jî aşkere ye ku ji vê pê ve ti çareyeke me nîne, em êşa xwe bi rengekî ku layiqî şehîdan bin, bi qulibandina ser berxwedaenek esîl û xurt, em dikarin ji vê rewşê xilas bibin.
NEWROZ Û BÎRANÎNA MAZLÛM DOGAN…
Newroz, li dijî zor û zordariya ku bi sedan salan dom kirî, wê bibe şahidê pîrozbahiyên salvegera ku bi bîranîna hevrê Mazlûm bersiv were dayin. Newroz ji niha û pê de di her salvegerê de wê bibe xala fetlonekê ku berxwedan geştir bûyî, têkoşîna me ya serxwebûn û azadiyê gihaştî asta herî bilind. Em ê bîranîna hevrê Mazlûm, ne weke kêliyeke ku di rojekê, mehekê, salekê de asê bikin, weke mîrateyeke ku pê pergala koledariyê ya deraqilî ya li ser gelê me parçe bikin, heta bigihijin civakeke bê çîn bidome, weke ku hevrêyê me jî xweş vegotî, em ê Wî, her salvegerê, bikin him, ala salvegerên din û hevçax bikin û bikin navgîna rizgariya me. Ji vî alî ve, em tenê qîma xwe tenê bi pêêşîn û gazineke basît nayînin. Berevajî, weke di hemû şehîdên me yên leheng de bûyî, em hay jê hene ku tekane rêbaza ku em layiqî hevrê Mazlûm bin ku yek ji şehîdên me yê leheng û xeleka herî xurt e, bi rengê ku li maneya roja şehîdbûna wan hatî, bikin sedsal, hêza wan îdeolojîk, siyasî û çalakiyê bi hemû partiya xwe û civaka xwe bidin sefirandin û heta ku temenê me têrê bike, keda ku ji me tê hêvîkirin bi cih bînin. Bi qasî ku em di vê de serkeftî ne em dikarin bibêjin ku me peywira xwe bi cih aniye. Û em xweş pê dizanin, bêyî ku em vê biafirînin, bêyî ku em vê pêk bînin, bi ti rengê dît em ê nikaribin diyar bikin ku em dilsozî bîranîna hevrêyê xwe ne.
Ji ber windahiyên xwe em pir êşê dikişînin. Dijmin bi vê armanc kiriye ku me ji dest û pî, per û bask û ji dil dil bike. Ev, ji aliyekî ve wiha ye jî .Lê divê ew hesab bike jî ku em ê her tim dilê xwe nû bikn, ji ber vê jî êşa xwe bikin hêmanên xurt ên berxwedanê û wiha bersivê bidin.Tişta ku bi dilsoziya li bîranîna hevrê Hakî me pêk anî, li bara bîranîna hevrê Mazlûm jî û bi hêz û derfetên hê geştir jê zêdetir bi cih bînin. Li ser pêkanîna vê em îro bêhtir bi xwe bawer in. Û disa bi vê hişmendiyê, ne em ê dilsariya xwe ji dest bidin, ne jî êşa mezin a ji ber windahiyên xwe ya gelê me û tevgera me ji nedîtî ve werin, em hewl didin layiqî vê mîrasê bin ku ji bo mêr û milîtanên dilsozî vê dozê ne, ev xwedî maneyeke mezin e. Dijmin, bi vê êşkenceya hovane û komkujiyan ku weke hlewesta li xebatên şoreşer ên encamgir ferz dike, jê weye ku wê me ji rêya me bike. Partiya me, wê vê şaşitîya wê, bi Bernmeya Eniya Rizgariya Netewî ku danî holê heta bi mêjiyê hestiyê wê pê bide hîskirin. Em komkujiyên wiha tine nahesibînin. Li dijî vê siyaseta îmhayê ya netewî, têkoşîneke wiha jidil û gur tê kirin, bîranîna şehîdên me alava vê têkoşînê geştir û sortir dike.
Êdî peywira ku dikeve ser milê me ew e ku bi hemû hêza xwe em li wê rêya ku şehîdên me bi xwîna xwe vedane, bimeşin (…) Têkoşîna berxwedanê ya hevrê Mazlûm şevçiraceke ku tim rêya me ronî dike!