RANYA – Ciwanan li navçeya Ranye bi daxuyaniyekê bang li hemû ciwan û xelkê Başûrê Kurdistanê kirin da ku tevlî Newroza Qendîlê bibin.
Ciwanên Welatparêz yên Kurdistanê duh bi şev li bilindahiya çiyayê navçeya Ranye ya ser bi Îdareya Raperîn, agir pêxistin.
Ciwanan li ber agir bi daxuyaniyekê bang li hemû ciwan û xelkê Başûrê Kurdistanê kirin da ku tevlî Newroza Qendîlê bibin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê endamê Komeleya Ciwananên Welatparêz Şahîn Segawî ve hatî xwendin de, hate gotin; “Ji Kurdistan û cîhanê berê xwe didin Qendîlê, em dixwazin li vê kelha têkoşînê Newrozê bi coş pîroz bikin. Ji bo vê em bang li hemû Kurdan, bi taybet ciwanan dikin berê xwe bidin Qendîlê û bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiyê ye’ tevlî Newroza Azadiyê bibin.”
Hêjayî gotinê ye wê li 21’ê Adarê Newroz li Qendîlê were pîroz kirin.