QAMIŞLO –
Di 12’ê Adara 2004 an de li bajarê Qamişlo, di lîstoka fotbolê de ya di navbera grûpa Cîhad ya ji neteweya kurd û grûpa Fetûwa ya ji neteweya Ereb de di encama provakasyonên rejîmê de komkujiyek pêk hat.
Rêjîma Sûriyê bi riya vê lîstokê hewilda ku fitneyekê di nava gêlê herêmê de çêke, bi taybet kurd û ereb, armanca wî ew bû ku rêxistina xwe ya çewisandinê berfireh bike û kokê netewa Demokratîk tune bike. Lê belê ev plana wê negihişte serî, cihê ku kokujî tê de çêkir anha cihekî hemû netewa di hundirê xwe de hembêz dike. Bi boneya hatina salvegera 18 emîn ya vê rojê ajansa me li bajarê Qamişlo bi kesên ku di wê bûyerê de amade bûn rêportaj girt.
Di derheqê komkujiyê de Redwan Reşîd axivî û got:
Di wê rojê de gelê Dêrezorê xwe amadekiribûn ji şer re. Kevir jî bi xwe re anîbûn em gelê kurd bê tiştek bûn bi despêkirina lîstokê re êrîş kirin me jî ber xwe da. Tevî ku em bê çek bûn jî gelê kurd û ereb hatin beramberî hev rêjîmê pir çewisandin li ser gelê kurd çêkir. Em niha ev cih xemilandiye bi gulê buhar.
Her wiha Şemal Ebidelrehman jî got: Di despêkê de gelê Dêrezorê axafftinê şaş li hember me bi kar anîn di demekê de me nedît ku kevirên reş mîna baranê de bi ser me de avêtin leşkerê rêjîmê mudaxele nekir tenê temaşe dikir û parastina gelê Dêrezorê dikir. Pir malbat bi zarokê xwe ve hatin ji ber ku dunya xirab bû pir şehîd çêbûn. Heta êrîş li ser merasîmê şehîdan jî çêbûn.
Di heman demê de Ebid Elezî axivî û got: Di wê rojê de ez li mal bûm em tenê bi pey cenaza re deketin yê xwe ciwanên me pir xwîngerm bûn wê demê ji ber ku yekem car tiştekî wisa bû tê bîra min daykek 60 salî gazî kir got tola xwe hilînin. Bi vê gotinê em germ bûn û me tola xwe hilanî.