STUTTGART – Aktîvîstên TCŞ û TekoJIN ku li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hatin cem hev û ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin. Ciwanan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê dest bi çalakiyê kirin. Piştre li ser navê TCŞ û TekoJIN axaftin hatin kirin.
Ciwanan di axaftinên xwe de gotin: “Em qebûl nakin ku Rêber Apo zêdeyî 23 sal in weke sûcdarekî dîl tê girtin û heta azadiya fîzîkî pêk neyê bila tu ciwanê Kurd rehet ne raweste.”
Di çalakiyê de ciwanan pankarta “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Dem hatiye!” vekirin. Çalakiya ku nêzî 1 saet dewam kir, bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” bi dawî bû.
Piştî çalakiyê ciwanan li bazara hundir a navenda Stûttgartê çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xistin.