QENDÎL – Li Binarê Qendîlê wê îsal Newroz bi şahiyek bi heybet were pîroz kirin û gelek hunermend tevlî bibin. Komîteya Amadekar a Newrozê jî banga tevlîbûnê kir.
Wê li Binarê Qendîlê îsal jî weke salên borî, bi şahiyek bi heybet Newroz were pîrozkirin. Li Binarê Qendîlê ji bo amadekariyan xebatan destpê kiriye.
Li gorî daxuyaniya Komîteya Amadekar a Newroza Binarê Qendîlê, wê ev hunermend tevlî pîrozbahiya Binarê Qendîlê bibin: Peyam Rojhilatî, Semîre Karzan, Ferşad Emînî, Niyar Abdullah, Hozan Kawa, Luqman Selîm, Kerîmxan Surçî û Jîna Seqizî.
Wê pîrozbahiya Binarê Qendîlê di 21’ê Adarê de, di saet 11.00’an de bi dirûşmeya, ‘Dem dema Azadiyê ye’ were pîrozkirin.
Komîteya Amadekar a Newrozê ev bang kir: “Werin em hemû bi hev re Newroza Azadiyê li Qendîlê pîroz bikin.”