STENBOL – 50. Newroza Rêbertiyê ya îsal li Kurdistan û gelek deverên Ewropayê rojan pêş de tê pîrozkirin. Bi coş û heyecaneke mezin Meclîsa Ciwanên HDP’ê li gelek cihan dest bi pêxistina agirê Newrozê kir.
Yek ji cihên ku agirê Newrozê lê tê pêxistin Stenbol e. Meclîsa Ciwanan a HDP’ê agirê Newrozê li taxa Gazîosmanpaşa ya Stenbolê bi dirûşme û govendê pêxist.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê got, “Wê Newrozeke ku em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” û bang li hemû ciwan û jinên ciwan kir ku bi ruhê berxwedanê beşdarî Newrozê bibin.
Di berdewamiya daxuyaniya Meclîsa Ciwanan de wiha hat gotin:
“Di van salên dawî da zext û zordarî li ser gelê Kurd da hem alîyê fizikî hem alîyê psîkolojîk û hem jî alîyê sîyasî da tê meşandin. Em wek Meclîsa Ciwanên HDP’ê dibêjin ku Newroza sala 2022’yê di alîyê gelê me bi şîara ‘’ Dem Dema Serkeftinê ye’’ li her kolan û taxan were pîroz kirin.
Em vê Newroza sala 2022’an de azadîya Rêberê gelan Abdullah OCALAN û hemû girtîyên sîyasî re dixwazin û di vê newrozê dîyarî li wan dikin.
Bi Kawayê Hemdeman bi Zekîyeyan bi Berîvanan bi Rehşanan bi Semayan û bi Kemal Kurkutan meşaleya Newrozê hilbigrin û biherikin qadan û agirê Newrozê geş bikin!”