AMED – Li Taxa Çarikli yê navçeyê Sûr a Amedê pîrozahiya Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), HDP’a Amedê û gelek welatiyên bajarokê jî amedê bûn. Di pîrozbahiyê de welatiyan dirûşmên “Newroz pîroz be” û ” Bijî Newroz” berz kirin û agirê Newrozê gur kirin.
Tevî hewayê sar jî ji heft salî heta heftê salî bi sedan welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyan li ber dahol û zirnayê xelekên govendê gerandin, çepik lê dan û tilîlî avêtin.
Pîrozbahî bi govend û dirûşman bi dawî bû.