NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyan ji kantona dagirkirî daxuyand ku artêşa Tirk di deh rojên dawî de bi bihaneyên vala, li navçeyên Efrînê 11 welatî revandin.
Çavkaniyan navên kesên hatine revandin eşkere kir:
Hêvîn Tarî ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê.
Mihemed Nezmî Nasan (19) ji gundê Xelnêrê yê navçeya Mabeta.
Mihemed Mihemed Oso, Mehmûd Ehmed Hacî û Luqman Nûrî Mistefa ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta.
Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên “polîsên leşkerî” ku rasterast ji MÎT`a Tirk fermanan digirin, ev welatî revandin:
Hecî Îsmaîl (30) ji gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê.
Xelîl Mihemed Reşîd (40) û hevsera wî Nazliyê Mistefa yên ji gundê Mosako yê navçeya Raco.
Mihemed Xelîl Reşîd (38) ê ji gundê Bilîlko yê navçeya Raco.
Ayaz Hesen Zelxoko (14) ê ji gundê Bedîna yê navçeya Raco.
Arif Hemdoş ê ji gundê Kefercenê yê navçeya Şera.
Li aliyekî din jî çavkaniyan da zanîn ku çarenûsa van welatiyên revandî, hîn jî ne diyar e.
Ji beriya 4 salan ve artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî niştecihên Efrînê sûcan pêk tînin, da ku demografiya herêmê biguherin.