HESEKÊ – Bi boneya nêzîkbûna Cejna Newrozê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi diruşma “Newroz azadiya rêber APO” şahiyeke li dar xist.
Pîrzobahî li dibistana Seyfudewla ya bajarê Hesekê bi beşdarbûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, saziyên Rêveberiya Xweser, nûnerên partiyên siyasî, hêzên leşkerî û ewlehî hate lidarxistin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên TEV-DEM û QSD, pankartên bi nivîsên “Newroza 2022’yan pîroz be”, “Îsal sala serkeftinê ye”, “Werin cenga azadiyê” û “Azadiya rêber Ocalan azadiya gelên bindest e” hate xemilandin.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtin û dadana agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve dest pê kir.
Paşê, endama Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Medya Ebdurehman axivî, Newroz li tevahî gelên cîhanê pîroz kir û got: “Meşleya ku Kawayê Hesinkar venemirî ye, ku rêya gelên herêmê ber bi azadî û aştiyiê û xilaskirina civakan ji zulmê ve ronî dike.”
Di şahiyê de komên stran, şano û dîlan berhemên xwe pêşkêş kirine. Beşdaran li ber stranan govend gerandin.