NAVENDA NÛÇEYAN
Rêdûr DÎJLE nivîsand —
Her bihar, her Newroz bendemanek e. Wekî helbestvan dibêje, “Ferhenga bendemanê bi sema û tîna govendên rengo-rengo diqiçqiçîne.” Newroza 2002’yan a Amedê jî bendemanek wiha bû. Kî çi zane belkî em li benda kenekî an jî awirekî bûn ku çendik û çend sal bûn em bendewarê wî bûn.
Wê biharê, nizam ji ber çi bû, lê tişta dizanim ji her biharê bêhtir, em li benda Newrozê bûn. Ca min li aliyekî, bavê min li aliyekî hê di serê Adarê de bêyî ku haya wan ji hev hebe haziriyên xwe kiribûn. Ji lew re “rojeke nû tê, li tenişt berû û şengebiyan rûdinê. Agirekî newrozî ye û bi hilperikîna sînoran gurtir dibe.”
Wekî her Newrozê, wê salê jî çavê dewletê lê bû ku bi bend û barîkatan nehêle agir gur û geş bibe. Lê ev der Amed bû! Bend ji pola bûna jî, bêfêde bû. Piştî xirecir û rageşiyekê bi dirûşmeyên ku erd û ezman dihejandin, bend û barîkat yeko yeko hatibûn qulaptin. Bi tilîliyan qad qefle bi qefle tije bûbû. Her wiha piştî kêliyekê gava ji hêla başûr komek bi rûpoş ku di nava xelekeke ji ciwanan pêkhatî de ber bi qadê ve hatibû, berzkirina dirûşmeyan hîn bêhtir olan dabû. Kî bûn, çi bûn nizanim, lê bêhna biharê ji wan dihat.
Erê, bêhna biharê ji wan dihat eynî wekî “lûtkên çiya yên payedar û xoşewîst, yên ku serê xwe danîne ser zendên Avesta, yên ku bi qebqeba kewên kovandar û pirdax hatine lorandin, hêdî hêdî xwe û bîranên xwe dispartin agirgeha rokê” û dihatin. Dihatin wekî ku “çirayên bendîxanan vêxin û sîbera Kawa ji pencereya şeva zikreş biherike, perdeyeke agirînî li tazîbûna berfê dikirin…”
Gava em vegeriyabûn malê, hingî em betilîbûn em ji hal ketibûn. Ca min û bavê min, ji xwe re çayê çêkiribûn û li hewşê rûniştibûn. Hem çaya xwe vedixwarin hem jî behsa Newrozê dikirin. Bi dengê bavê xwe yê hêla bi xwe ve hatim. Digot “bi telaq ew e!” Bi hinceta ku ez ê jî çayê vexwim çûm cem wan. Kî bû “ew”? Min meraq dikir.
Dêya min gotibû, “Gava min û cînara me xwest em li ber wan kilaman govendê bigerînin, xortek tiştekî wekî dûrbînê pê re ji ser tankêra avê xwe avêt erdê û ber bi me ve hat. Li dor stuyê wî şemlek hebû, heya ber dev nixumandîbû. Ji nişka ve hat got, ‘ka ez bi van dayikan re govendê bigerînim.’ Hat ket orta min û cînara me. Gava hat dibişîrî û zoq li min dinerî. Di navê re tiştin dipirsîn, lê min ji dengê qelebalixiyê tê dernexist bê ka dibêje çi. Lê piştî bîstkekê tiştek şihitî dilê min. Min got ‘belkî MÎT be, dixwaze tiştina ji devê min bibihîse. Hema ez ji destê wî derketim…”
Çendî bavê min sond û telaq dixwarin û nedixwest “xweliya êvaran wergere zimanê kuştin û serjêkirina fenerên azadî û mehrevaniyê” jî, lê ca min digot, “Na… Ez bawer nakim sax be. Yanzdeh sal derbas bûne. Sax bûna miheqeq ê xeberek şandibûna û haya me jê hebûna…” Lê ew gotinên qethî yên bavê min, carinan ew dudilî jî dikirin. Lê xuya bû nedixwest careke din barê ferhenga bendeman û hêviyê hilgire, ji lew re hêviyek bi vî rengî pirr bargiran bû…
A din a rojê, gava bavê min hewş mer dikir û dêya min jî li dû wî qirş û qalên di nava axê de berhev dikirin, deng ji telefona me hat.
Piştî çend dengan ez gihaştimê. Kesê telefon kiribû pirsa bavê min dikir. Wexta bavê min hat û rahişt serikê telefonê, piştî qederekê hema min dît bavê min dilzîz bû, hindik mabû bike îskeîsk. Cara ewil bû min ew di wî halî de dîtibû. Bîskek bi şûn de bêyî ku berê xwe bide min, got “her ba ca xwe bik.”
Wexta ca min hat, bavê min hema serikê telefonê da wê. Dêya min bi tirs rakir serikê telefonê, wekî xeberek nebixêr hatibe. Gava ca min serikê telefonê da ber guhê xwe û got, “elo,” kesê hember piştî hal û xatiran, wekî bibêje “xwelibakirina te şox e û di çavên te de tovên lîlandineke bêhempa amade ye“ ji ca min re got, “ma meriv qey wiha zû dev ji govendê berdide dayikê.” Wê kêliyê ca min di cî da ma sekinî, lê zûzûka bi ser hemdê xwe ve hat. Kesê hember kir nekir ca min qaneh nekir ku ew bi xwe “ew” e. Axirê ca min şertek da ber wî: “Ez wî bi kenê wî nas dikim. Hela biken…”
Wê kêliyê kenekî ji bendika dil li nava odeyê olan da.
“Îja min yeqîn kir ew tu bûyî…”
Çawa ku her bihar bendemanek be, carinan jî oxirek e ji bo ajdana bendemanine din…
* Qismê ji ber hatine girtin, ên helbestkî, ji helbesta “Newroz û Serbitackirina Qublenamaya Giyan” a Ehmed Huseynî hatine wergirtin.