TEBQA – Bi dirûşma “Bi ruhê serkeftinên me, werin têkoşîna azadiyê” îro Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Tebqayê bi boneya 11’emîn salvegera şoreşa Sûriyê, semînerek li dar xist.
Semîner bi beşdariya endamên ciwan û jinên ciwan, Komîteya Ciwan û Werzîşê û Federasyona Werzîşê ya Tebqayê li navenda ciwanan hate lidarxistin.
Semîner bi rawestana deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna giyanê şehîdan dest pê kir, û piştre li ser sedemên derketina “şoreşê” û çawaniya kûrbûna wê heta ku bû qeyranek ji bo gelê Sûriyê şirove hate kirin.
Di dawiyê de bal hat kişandin ser girîngiya rola ciwanan di perwerdekirina komên ciwanan de û hate destnîşankirin ku ciwan stûna bingehîn a civakê ne ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê rola wan a pêşengiyê heye.