MEXMÛR – Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr (TJCM) bi sitarta pirozbahîya Newrozê agirê azadîyê geş kirin.
Îşev li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li sazîya Ciwanan, Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr (TJCM) bi sitarta pirozbahîya Newerozê agirê xweyê yakem bi coşekî mezin pê xistin.
Li ser navê Saziya Ciwanan Viyan Budak di şexsê Şehîdên meha Newrozê û hemû Şehîdên Kurdistanê bi bir anî deqeyek rêzgirtin pêk anî. Piştî rêzgirtinê, Budak bal kişand li ser 50’emin Newroza Tekoşînê û got: “Em weke Tevgera Ciwanên Mexmûr 50’emîn Newroza Tekoşînê li Rêbertî Gêrîlayê serê Çîya û hemû gelê Kurd piroz dikin, ev şahîya me bi sitarta pirozbahîyên Newrozê bu, heya Newrozê wê çalakîyê me bi coş u germahîya agirê nevrozê bardewam bikin.
Bangawazîya me li tevahî ciwanan ewe ku dakevin qadan û vê Nevrozê bi coşek mezin pêşwazî bikin, hêviyên me ewe ku ev Newroz bibe wesileya Azadîya fizikî ya Rêber Apo. Piştî Viyan Budak axaftinên xwe qedand bi duruşmeyên “Bijî Serok Apo” ciwanan bi yek deqi qir kir û şahî bi govendê berdewam dike.