HELEPÇE – Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer bi pêxistina mûman şehîdên kîmyabarana Helebce bîranîn û diyar kirin ku divê ji bo tevahiya Helebce xizmet were kirin.
Li Helebce Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer li ser gorên şehîdan bi pêxistina mûman şehîdên kîmyabarana Helebce bîranîn.
Rêbwar Bawe yê tevlî çalakiyê bûyî ji Rojnews’ê got: “Bi boneya 34’emîn salvegera kîmyabarana Helebce bi pêxistina mûman me çalakiyek kir. Ev çalakî ji bo zindîhiştina şehîdan û xwedîderketina li şehîdane. Weke xelkê Helebce em amade çi ji bo gelê me pêwîste bikin. Peyama me ji bo hikûmetê ewe ku pêwîst nake tenê 16’ê Adarê bê Helebce, pêwîste her roj weke vê rojê girîngiyê bidin Helebce, ji ber ku bajarek qurbanî daye. Divê ji bo xizmet were kirin.”