NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Yekbûyî ya Gelan a Şoreşê (HBDH) ji bo salvegera komkujiya Helebce û Beyazit de daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Li Tirkiyê û Kurdistanê bi destê desthilatê faşîst çîna karker, kedkar, gelên çewisandî hatine qirkirin. Bi komujiyan daxwazên mafdar hatine serkutkirin.’’
HBDH’ê bi berdewamî diyar kir ev pergala qirker û komkuj a dewleta Tirk a faşîst îro bi destê rejîma AKP-MHP’ê tê rêvebirin û got, ‘’Di serî de li ber 5 hezar Kurdên ku li Helebce bi çekên kimyewî hatine qetilkirin, li ber 7 xwendekarên ku di Komujiya Beyazitê de û li ber kesên ku di Komkujiya Gaziyê de hatine qetilkirin, li ber hemû komunîst, şoreşger, welatparêz û kedkaran ku di meha Gulanê de nemir bûne bejna xwe ditewînin’’
HBDH’ê bi berdewamî diyar kir bi têkoşîna yekbûyî têkoşîna ciwanan xwe digihîne gelê Kurd, Elewiyan, hemû çewisandiyan, komkujiyên dewleta Tirk bi bîr xist û got, ‘’Em ê hesab bipirsin. Hesabpirsîna ji komkujiyan bersiva herî mezin a ciwanan a li komkujiyan e.’’
HBDH’ê Komkujiya Helebçe bi bîr ist û got, ”Em ji berxwedana îro dibînin komkujiya ku ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd were serkutkirin hatî kirin, bêencam maye. Gelê Kurd bi rengekî hê rêxistinî û berxwedêr îro derdikeve qadan, li çiyayan û bajaran têkoşîna azadiyê geştir dike. Careke dî hate nîşandan ku kedkar û gelên çewisandî bi ser dikevin û rejîmên faşîst wê têk biçin.”