MEXMÛR – Li wargeha Mexmûrê şehîdê Ked û Demokrasiyê Ehmed Garbarî bi merasimekê hate bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîdê Ked û Demokrasiyê, Ehmed Gabarî ku di 8`ê Adarê de, li bajarê Qamişlo di encama kirîza dil de şehîd bibû, li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi başdarbûna dehan şêniyê wargehê, bi merasîmekê hate bibîranîn.
Merasîma biranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê sicîla şehîd hat xwedin û li ser navê melbata şehîd, hevjîna Şehîd Ehmed Gabarî, Zeyneb Gabarî axivî.
Zeyneb Gabarî di axaftina xwe de balkişand li ser girîngî û wateya şehîdan û wiha got: “Em wek malbat, bi kar û xebatê Şehîd Ehmed serbilindin û heta dawî ji bo parastin û bilindkirina nirxê keda wî, emê bi xebitin û li pey doza wî bimeşin.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.