NAVENDA NÛÇEYAN – Bifikirin şirketeke çîpsên kartolan a Emerîkî bi hatina Newrozê re li ser pakêtên xwe “Newroztan pîroz” dinivîse û li bin nivîsê jî wêneyên sembola seyrana Newrozê bi kar tîne. Li Başûrê Kurdistanê markeyeke çîpsan vê dike.
Bazara pereyan tiştekî weha ye. Li kesî nayê rehmê. Gava tu bi kartolên ser erda xwe çîpsên tahmxweştir, bi sihettir çênekî, li ser wan jî li gorî dilê xwe Newrozê pîroz nekî, wê markeya ku şirketeke li Nashivillê xwediyê wê ye, bi çend reklamçêkeran malê xwe bifiroşe te. Lê dîsa jî çêtir e ji xwarin û kirrîna malên Tirk.