NAVENDA NÛÇEYAN –
Efrîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ê delal, bajarê zeytûnan, di 20 ê çile 2018 an de ji milê dewleta Tirk ve êrîş li ser wê hate kirin û di ecamê de berxwedaniyeke pir mezin çêbû û gelek şehîd hatin dayîn.
Ev berxwedanî 58 rojan berdewam kir û di 18‘ê Adara 2018’an de hat dagirkirin û bû sedema koçberkirina gelê wê. Di derbarê vê mijarê de ajansa me bi hêzên YPG ê re hevpeyvîn çêkir û di vê mijarê de helwestên wan girt.
Di derbarê vê mijarê de endamê YPG Îmad: Ev nêzî 4 salin bajarê Efrînê ji hêla çeteyên dewleta tirk hatiye dagirkirin, bi rastî di vê derê de qehremantiyek pir mezin hem ji hêla hevalan û hem ji hêla gel çêbû. Qehremantiyek dîrokî bû, dewleta tirk bi hemû hêz û teknîka xwe êrîş kir tevî vê yekê hevalan nêzî 2 mehan li ber xwe dan. Raste ku Efrîn çû lê di dîrokê de qet ev berxwedanî nayê ji bîrkirin eynê berxwedanî di Serêkaniyê de çêbû. Raste em bedel didin lê tu carî ev berxwedanî nayê ji bîrkirin, ev zehmetî me bi hêz dike em tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin û tola gelê xwe ji wan re nahêlin. Soza me ser vî esasî ye.
Di heman demê de endamê QSD Ronî axivî û got: Roja dagirkerina Efrînê rojeke reş bû. Ji bo gelê kurd bi rengekî pir hovane êrîş kirin komkujî kirin em çiqasî bêjin keme. Heya bi tirbên şehîdan xirabkirin ev diyar dike ku ji şehîdên me jî ditirsin. Zimanê tirkî li ser gelê kurd ferzkirin, armanca wan tunekirina gel û doza kurdî bû. Li hember van siyasetên qirker berxwedaniyeke dîrokî çêbû. Di dawiyê de ez dixwazim xaleke girîng bêjim ku em jî wek QSD YPG û YPJ ku em roj bi roj xurtir bibin û xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin.
Her wiha endamê YPG Mûrad got: Pevajoya herî dawî em li Efrîn bûn şerekî pir giran bû, dewleta tirk ya dagirker êrîşên giran û hovane li ser Efrînê kir armanca wan qehremanan tune bikin û qir bikin bi hemû rêbazan, herî dawî tiştê ku ez ji bo Efrîn bêjim ku baweriya me bi me û gelê me heye Efrîn tu carî ji dagirkeriyê re namîne û emê Efrîn rizgar bikin.
Di heman demê de Ceger Qamişlo axivî: Dewleta tirk bi hemû hêz û hovîtiya xwe êrîşî Efrînê kir. Em wekî hêz em wisa nahêlin berxwedana gel û şervana derket pêş em dikarin efrîn û herêmên din yên dagirkirî rizgar bikin û em xwe jê re amade dikin em Efrîn ji faşîstan re nahêlin.