ŞEHBA – Îro di bin pêşengtiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk de daxuyaniyek li ser salvegera 46 emîn ya komkujiya Helebçeyê de hat dayîn
Li peymangehên şehîd Viyan Amara xwendevanan piştî deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdên komkujiya Helebçeyê û çêkirina navê HELEBÇE, daxuyanî bi sê zimanan Erebî, Ingilîzî û Kurdî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku meha adarê meha serkeftin û serfiraziyê ye ku gelê kurd bêhna bihara serfiraziyê di sala 612 B.Z de standiye ku bi lehengiya kurdan hat bi dest xistin. Dagirker bi zanebûn komkujiyan tesadufî meha adarê dikin da ku vê meha ku tê de serkeftin hatine bi dest xistin reş bikin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de xwendevanan wiha got: Bê guman komkujiya Helebçeyê ne ya destpêkê û ne ya dawî ye jî. Xiyaneta Herbegos û heya roja îro bi dehan komkujî pêk hatine, yekem armanc ji vê yekê jî şikandina vîna kurdiyetê bû, êrîşên îro jî ji wan êrîşan ne qut in.
Tevgera Xwendekarên Demokratîk û Dibistna Ş.Egîd hemû dewletên faşîst û mêtînger şermezar kirin ,di dawiyê de daxuyanî bi dirûşmeyên Şehîd namirin, Bimire Îxanet û bê Serok Jiyan Nabe bi dawî bû.