QAMIŞLO
Li bajarê Qamişlo, bi beşdarbûna xwendekaran, Tevgera Xwendekarên Demokratîk şahiyek li Stada Heysem Kiço li dar xist.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Nîşan Herekol Newroz li gelên herêmê pîroz kir û got: “Ev cejn cejna rêberê me Abdullah Ocalan e û cejna 50 salî ya Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye.”
Piştre komên Dengda, Saz û Awaz û Çîçekên Kurdistanê stran gotin, beşdaran li ber stranan govend gerandin.
Wek Ajansa Nûçe Ciwan me jî di derheqê wateya rojê de nêrînên Xwendevanan girt.
Xwendevanan wiha got:
Ez Viyan Mihemed. Ez xwendakarim. Ji Qamişlo me. Îro em hatine pîrozbahiya Newrozê. Ji ber ev cejneke pîroz e. Ji ber ku ev cejn ji bo azadiya Kûrdan e, berxwedana Kûrdan e û em gelekî kêf û xweşin ku cejna Newrozê hat.
Navê min Sercan Sarîka. Ez ji bajarê Qamişlo me. Ez karê çand û hûnerê dikim û çand û hûnera Qudurbegê de me. Em çandê da dû komin. Îro wek şahîyek ji bo newrozê bi darxistîbun. Bi rastî şahî baş bû, bi serkeftî derbas bû. Ji bo şagirta bû. Ji wan re kirin weke şahî, cejnek ji wan re çêkirin ,cejna newrozê. Ji xwe em Kûrd bi cejna newrozê tên naskirin. Bi Kawa‘yê Hesinkar, em hatin naskirin. Îro jî ev newroz, newrozek çêkirin, berê Newroz şixulê deh roja dima, berîya dû sala dîsa rojek dû roj bû, niha jî heval dîsa vedigerinin heftekî. Bi rastî ev gelek başbû. Ez spasî hevala dikim.
Ez Îlafrehîm Xelîl im. Îro em dibistana xwe de bûn. Mamosteyê me em anîn vê qadê. Ji bo em wek şahiyekî, em cejna newrozê, em dîlana derxin û em kêfxweş bibin .Ev cejna azadiya Kûrdan e. Em dixwazin her sal,em pê kêfxweş bibin. Weke her sal em pê wek xwe bi nav û dengin ev sembola Kûrdan e, em naxwazin ev were winda kirin, her sal em dixwazin bi kêfxweşî bibe.