ŞEHBA – Îro di pêşengtiya xwendevanên peymangehên Ş.Viyan Amara û xwendekarên dibistana Ehdas de bi boneya salvegera çaremîn ya dagirkirina Efrînê meşek hat lidarxistin.
Meş di bin dirûşmeya “BI XEZEBA CIWANÊN APOYÎ, EM Ê EFRÎNÊ RIZGAR BIKIN FAŞÎZIM Û DAGIRKERIYÊ BIRUXÎNIN” hat dest pê kirin. Xwendevanan bi dirûşmeyên bijî Berxwedana Efrînê meşa xwe dewam kirin, piştî ku meş veguherî mitîngê li ser navê Tevgera Xwendekaran daxuyanî bi 2 zimanan hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çar sal di ser dagirkirina wargeha aşîtiyê, dergûşa mirovahiyê û cihê zeytunan Efrînê re derbas dibin.
Di bin navê Berxwedana Serdemê de şervanên YPG’ê û YPJ’ê û gelê Efrînê 58 rojan destana lehengtiyê dinivsînin, ev berxwedan careke din Lêningiradê û Keleha Dimdimê di bîra mirov re derbas dike.
Xwendevanan ev êrîş Şermezar kirin û Berxwedana Serdemê silav kirin û dan diyarkirin ku ew ê heta rizgarkirina Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî têkoşîna xwe berdewam bikin.
Daxuyanî bi silogana Bijî Berxwedana Efrînê û Bijî Serok Apo ve bi dawî bû .