MINBIC – Pêkhateyên Minbicê li qada Saetê ya bajar agirê Newrozê vêxist û şahiyek li dar xist. Şahî ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Komîteya Şaredariyan ve hate organîzekirin. Bi dehan endamên saziyên sivîl û meclîsên leşkerî beşdarî şahiyê bûn.
Dayik û hevjînên şehîdan di nav tilîliyan de agirê Newrozê vêxistin. Li serdora agir govend hat gerandin.