NAVENDA NÛÇEYAN – Malbata Rêberê Gelan Abdullah Ocala nû malbatên girtiyên din ên li Imraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li saziyên têkildar dan.
Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Hayrî Konar, Hamilî Hildiri û Veysî Aktaş ji bo ku xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatan bi eynî daxwazê her wiha serî li Midûrtiya Ceza û Înfazê ya Girtîgeha Imraliyê Tîpa F ya Ewlehiya Jidiyayî dan.
Ji sala 1999’an, Komploya Navnetewî û wir ve li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Ewlehiya Jidiyayî ya Imraliyê li ser Rêberê GelAN Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê danîn.
rRêber Abdullah Ocalan herî dawî 25’ê Adarê li gel birayê xwe bi telefonê axivîbû û axaftina telefonê hatibû birîn. Ji wê çaxê û wir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê standin.