QAMIŞLO – Bi pêşengtiya ciwanên PYD hemleya “Civaka paqij welatê paqij ava dike” hate despêkirin.
Îro li bajarê Qamişlo ciwanên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD hemleya ekolojîk di bin duruşmeya “civaka paqij welatê paqij ava dike” de despêkirin ev hemle wê dem dirêj berdewam bike û li ser asta bakûr û rojhilatê sûriyê bi çalakiyên parastina xwezayê û hawirdorê wê berdewambibe.
Li ser vî esasî daxwiyanî ji aliyê meclisa ciwanên PYD hate xwendin û têde weha hate gotin:
Wekî tê zanîn bi armanca pêşxistin û serxistina Şoreşa Çandî ya Apoyi ku li Rojavayê Kurdistan û Bakur-Rojhilatê Sûrî deng vedide, ji bo tevahî gelen bindest û berxwedêr dibe hêvî, xwe gihiştina azad û demokratik jiyankirinê. Di her alî de li dijî polîtîka û kiryarên dagirkeriya pergala qapitalist, rêya alternatif çareseriya demokratik nişan dide. Bi salane tekoşîna ku li dijî talankirina xweza û hawirdor û xerakirina jiyana civakî tê dayin ji bo me dibe mirateyek. Gelek tecrûbe û zanebûnên rast ê jiyankirinê pêşketin e. Ji bo derbasbûna merhaleya jiyana paqij, civaka paqij û welatekî ku paqij dibe ev dibe firsendek.
Derfetên pir mezin hene ku em bikaribin xwe ji qirêji û gemariyên pergala qapitalist xelasbikin. Fikir û felsefeya ku Rêbêr Apo pêşxistiye ji bo serxistina vana têra xwe rê û rêbazên çareseriyên bingehîn dide. Bi taybet wek xeta pêşeng a ciwantî bi erk û berpirsiyariyên wijdanî û exlaqî em dikarin ji vê re bibin bersiv. Pergala qapitalist bi taybet li dijî jîngeh û hawirdorê bi armanca berjewendî û kara herî zêde xerakirin, talankirin û qirejkirinê çêdike. Xwezaya ku mirov hembêz dike, xwedî dike û diparêze, wisa lê hatiye ku ji ber qirêjî û gemariyên vê pergalê nikare xwe bike malvanî. Cihê jiyana fereh û xweşik ji holê tê rakirin. Her tişt dixin bo berjewendî û kara herî zede. Bi çavnebari û têr nexwariyê li ser civak û xweza êrişên hov ê talan û xerakirinê tê pêşxistin.
Bi zanebûn û hişmendiya Şoreşa Çandî ya Apoyi li dijî vana xwe rêxistinkirin û jiyana bi xweza û hawirdor li hevkiri ava kirin erkê me ê demê ye. Li ser van esasan em hemleya parastina xweza û jiyana civakî ya ‘’CIVAKA PAQIJ WELATÊ PAQIJ AVA DIKE’’ radigihînin. Em bang li hemû ciwan û gele xwe dikin tevlê vê hemlê bibin da kû em jiyana civakî û xwezaya xwe biparêzin!”
Daxuyaniya ciwanan bi diruşmeyên Bijî Serok Apo ve bi dawî bû.