MEXMÛR – Bi hezaran ciwan û xwendevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşek meşaleyî agirê Newrozê pêxistin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran ciwan û xwendevanan bi meşek meşaleyî Newroz û 50’emîn sala Newroza Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Meş li ber dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn bi pêxistina bi hezaran meşaleyan destpê kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Newroz li Rêber pîroz be’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hat berzkirin. Piştî ku meş gihîşte Çiyayê Qereçoxê agirê Newrozê hate pêxistin.
Piştî vêxistina agir, meşê berê xwe da Parka Şehîd Aryen û li ber parkê agir hate pêxistin û li dora agir govend hate gerandin.