NAVENDA NÛÇEYAN –
Hemû heval û gelen me hun bi xêr hatin. Newroza we pîroz be. Ev Newroz heta niha hemÛ newrozan zêdetir di bin seroktiya PKK’ê de bû Newroza Kurd û Kurdistanê, Newroza jiyana nû, newroza serkeftinê.
Hun jî dibinin dijmin dixwaze vê roja nû û jiyana nû deste me derxe. Di destpêka Newrozê ve bi hezaran dijmin mîna wehşiyan û mîna kuçikan li ser me de hatin. PKK jî ne wek bere ye. Amadekariyên me dijmin daye sekinandin û tengbûnê dixe tengbûnê. Ev Tiştekî mezine. Di dîroka xwe de sefera herî mezin ve li ser me de tên. 35 hezar kuçik û leşkerên xwe ve hatin. Lê Seroktiya Kurdan jî ya PKK’ê jî wek bere nîne. Em hazirin û pêşiya wan jî digrin.
Di van salan de di van rojan de tiştên ku mirov bide jiyan kirin berxwedan e. Bê tekoşîn berxwedan nabe. Me xwe jî nas kir lawaziyên me çine me ev jî dît. Bi şexsiyeta bere û lewaziyên bere ve ne mumkunê mirov li hember vê dijminê bisekine. Bi îdeolojiya bere û jiyana bere ve ne mümküne ku mirov li hember vê dijminî bisekine.
Berê çi dibû Kurdan digo ev qeder e. Çi dihate serî digo wer tê xwestin, çiqa zilm dibû digo ez bê çare me. Niha tiştên me çêkiriye û yê PKK dimeşîne ev ne qedere ne jî dijmin wek bere her tiştî dimeşîne. Ya rast te çiqas azadiya xwe xwest û te çiqas şerê vê daye dê ewqas bibe. Di van salên dawî de me ev pêk anî.