HESEKÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Hesekê ji bo parastina nirxên xwe yên civakî û dîrokî xwe perwerde û birêxistin dikin.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Hesekê, di nava mehekê de, bi tevlîbûna dehan ji jinên ciwan perwerdeya leşkerî dan destpêkirin. Armanca jinên ciwan ji vê perwerdeyê ewe ku bizanibin çawa xwe û civaka xwe biparêzin.
Di naveroka perwerdeyê de, dersên weke fêrbûvna rêbazên xwe parastinê û tektîkên parastinê ve, bi taybet ji bo rewşên awarte, divê çawa be hate dayîn.
Jinên Ciwan bi awayekî serkeftî dewreya xwe bi dawî kirin û herî dawî dan diyar kirin ku, wê jinên ciwan ji bo parastina nirxên xwe yên civakî û dîrokî ve bi her awayî têkoşîn bikin.