ŞIRNEX – Tevî barîna berfa zêde jî bi hezaran welatiyên Şirnexê herikîn qada Newrozê û pîrozbahiya xwe li dar xist. Pîrozbahiya Newrozê li Xaçerêya Pêşesaziyê hat lidarxistin û pankartên “Dem dema serkeftinê ye”, “Newroz, serhildana azadiyê ya jinan e” û “Werin em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin” hatibûn daliqandin.
Qada pîrozbahiyê bi alan hatibû xemilandin û jin, ciwan û zarok bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Kesên diketin qada pîrozbahiyê, yek bi yek li bendên kontrolê li lêgerînê re derbas bûn û wisa ketin qadê. Ji heft salî heta heftê salî, xelkê Şirnexê ji saetên serê sibehê ve herikî qada Newrozê. Balkêş bû ku pîrejin û pîremêrên bajêr beriya her kesî hatin qada Newrozê. Tevî ku hewa gelek sar bû jî xelkê Şirnexê bi coşeke mezin qada Newrozê tije kir.
Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Çerxa Şoreşê hate xwendin. Bi xelasbûna sirûdê re girseyê dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştre jî xelekên govendê hatin gerandin û coşa girseyî her ku çû zêdetir bû. Li qada Newrozê gelek caran dirûşmên “Newroz pîroz be”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. Tevî barîna berfa zêde jî coşa girseyê qet daneket.