DIRBÊSİYÊ – Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hilgirtina alên ciwanan û meşalayên Newrozê ji pêşiya navenda xwe dest bi meşê kirin.
Di meşê de diruşmeyên silavkirina Newrozê û silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hatin berzkirin.
Meş li qada Şehîdan rawestiya û li ber stranên şoreşgerî xelekên govendê hatin gerandin.