STENBOL – Gel û hêzên demokrasiyê ku diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê, bi zimanê xwe stranan dibêjin û bi dûrişmeyan cejna Newrozê pîroz dikin. Ji qadê timik dûrişmeya “Bijî Serok Apo” bilind dibe û girse daxwaziya azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dike.
Li Stenbolê, bi sed hezaran kes berê xwe dane Qada Yenîkapiyê ku cejna Newrozê bi şîara “Dem dema serkeftinê ye” lê tê pîrozkirin. Di saetên serê sibehê de ji gelek deverên bajar welatî herikîn qadê û çoşa Newrozê bi gerandina govendê dan destpêkirin. Rexmî astengiyên polisan jî welatî bi pankart û flamayên xwe ketin qadê.