BEHDÎNAN – Fermandarê HPG’ê Hawar Suruç ku têkildarî salvegera 50’î ya PKK’ê ji ajansa me re nirxandinan kir, Suruç diyar kir ku civîna 6-7 kesan a di serdemeke ku cesareta tu kesî tunebû ku der barê Kurdayetiyê de tiştekî bêje, îro buye sedema rêxistinbûna bi milyonan.
Hawar Suruç, bi nirxandinên li ser pêvajoyê bang li ciwanan kir û got, “Ger ciwan dixwazin bi rûmet, serbilindî û tîpên zêrîn cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de bigirin, divê tevlî nava refên gerîla bibin.Bila kes propagandayan neyên xapandın. Eger Ciwanên dixwazin azad jiyan bikin bila bere xwe bidin çiyayên azad. Li dijî êrişên faşîzmê ên topyekun divê berxwedaneke topyekun bê kirin.” got.
Tevahiya hevpeyvîna Fermandarê HPG’ê Hawar Suruç wiha ye:
50 sal mirov dikare bêje ji bo dîroka gelê Kurd 50 salekî pir tijî û pir bedelên giranbuha hatin dayîn e. Bêguman roja ku Rêber Apo dema destpêkê, dema civîna yekê bi grûbekî bi hejmarekî biçûk re civîn çêdike, belkî pir zêde heya roja îro belkî pir zêde nikaribû texmînê wê jî bikira. Lê belê îro wek me gotî, 50 sal ji ser re derbas bû. Bi pênc şeş hevalan civînên ku hatî kirin îro meriv dikare bêje bi milyona însan êdî bi sempatîzanên xwe, bi kadroyên xwe giştî êdî xwe xwedanê şoreşa gelê Kurd dibînin. Di vê mene de me gotibû “roja ku wê demê wê insan tîne pêş çavên xwe di wan salan de demekî ku em bibêjin gelê Kurd bi tunebûnê re rûbirû bû.” Demekî ku êdî kes newêribe behsa Kurdayetiyê bike. Kes newêribe behsa bindestiyê bike. Yanî çend kesê hebin ê xwe bi navê rêxistinên sozde demokrat binav dikirin, heri zêde daxwaziyên wan daxwaziyên di çarçoveyekî reformist de bûn. Daxwaziyên wek pirsgirêken ceyranê, pirsgorêken rêkê, pirsgirêkên perwerdehî yên gelê Kurd.. Ew ji bi dengekî lewaz encax bi nav dikirin. Di demekî wisa de wek me gotî Rêber Apo dema ku derket cara yekê ser esasê nêrîna “Kurdistan Bindest e” got, rastî jî rojekî dîrokî bû. Meriv wek roja îro nikare şîrove bike.
Îro bi hezaran bi milyonan însan derdikevin dibêjin ”Kurdistan bindest e, Bijî Rêber Apo, Bijî Kurdistan, Bijî azadiya Kurdistan”. Derfetên wê rojê de kesekî nikarîbû dengekî wisa biçûk jî derbixista. Di wê menê de dema ku cara yekê “Kurdistan bindest e” wateyekî xwe yê girîng heye. Rêber Apo dema ku binav dike dibêje cara yekê dema ku min got “Kurdistan bindest e” ez derizîm ez ji ser heşê xwe çûm demekî ez ji ser xwe ve nehatim. Min got heke mirov bi çavên îro şîrove bike mirov dikare bêje tiştekî normal e. Em dikarin roje deh caran bibêjin “Kurdistan bindest e” heta sloganen îro esasî bi milyona kes vî sloganî diavêje. Lê belê di şert û mercên wê demê gotinekî pir bi wate û bedelên giran û gotinekî herkes nikaribe berpirsiyarî ya wê bide ser milê xwe. Ji bo wê yekê Serokatî dema vê axaftinê dike di zanebûna vê de ye. Dizane ku berpirsiyariyekî giran dide ser milê xwe. Berpirsiyatiyekî dîrokî dide ser milê xwe. Bi ciddiyetiyekî wisa vê êşê dijî. Em jî dikarin gelek tespîtan bikin. Her însanek dikare tespîtekî bike, dikare gotinekî bibêje lê belê ya girîng xwediyê gotinê çiqasî ji giraniya gotinê haydar e. Însanek dikare bêbe ez bindest im, ez di koletiyê de dijîm, ez azadiyê dixwazim. Ger ev tenê wek gotinê be giraniya wê nabe. Hinek kes dibêjinû derbas dibin gê jibîrkirin. Rêber Apo ne wisa bû. Rêber Apo dema ev got berpirsiyari da ser milê xwe û li gor wê çi pêwîst e ew şîrove kir. Tespît ji bo tiştekî pêwîst e lê ji bo ew tespîta bijî (ger li cihekî kêmasî heye li cihekî bindestî heye di destpêkê tu bindestiya wî tespît dikî piştra çi pêwîste divê tu li ser wê bifikirî)
Heke li ser wê hûrnêrînek çênebe, ew bi xwe re rêxistiniyê çêneke ew bi xwe re nezîvire çalakiyê tu giraniya wê nîne. Ferq û cudahiya me û Serok Apo wisa ye. An jî ferq û cudahiya hereketên wê demê yên çepgir ên xwe di bin navê demokrasiyê de îlan dikirin hebû. Çepên tirka wê demê bi dehan rêxistinên wan hebûn.wan jî wê demê belkî wisa gotin lê belê Rêber Apo tarzekî cûda bû. Di zanebûyîna gotina xwe de bû. Hertim wisa ye ev di Serokatî de tarzek e. Dema ku tiştekî dibêje yê li pê wê tê. Tenê wek gotin dibêje û derbas nabe. Dema ki got çi pêwîste hûrnêrin, rêxistin û çalakî bi hevre dimeşe ligel Serokatî. Heke îro 50 sal e ev tekoşîna bi şeklekî sal bi sal xurt dibe geştir dibe dengê xwe digihîne milyona. Hetta ji gele Kurdistanê derbas dike û di qadekî cîhanîde eger bi nav û deng bûye ew di deatpêkê de wekî min gotî dema Serok App got “Kurdistan bindest e” gorî wê gotinê jiya gorî wê gotinê serda çû gorî wê gotinê ket nava hewldanekî çawa vê bindestiyê bertaraf bike. Dema ew got şûnde ew destpêk bû. Însan dema ku hereketekî azadiyê dest pê bike berî her tiştî pirsgirêk çi ye gerek tesbîtê wê bike. Ji bo gelê Kurd ew tespîtekî di cih de bû. Tespîtekî sedî sed rast bû. Pişti ku ev tespît hat kirin çi pêwîst dike Serokatî di grûbekî biçûk de rexistinî pêwist dît.
Ji bo wê yekê cara yekê bi hejmarekî biçûk civîna yekê çêkir, ev hemî bingehê partîbûyînê bingehê avakirina partîbûyînê bû. Ser wî esasî piştî ew grup kom bû tespîtkirinekî wisa kir liser wê nêrîmê em dikarin bêjin bi esasî hereketa PKK hereketa APOCÎ hate avakirin. Ji bo wê em dibêjin 50 saliya Partiyê 50 saliya serokbûyîna Rêber Apo ye.
Di vê 50 salîye de piştê bi navkirin heya roja îro çi hatiye jiyankirin meriv gerekî 50 salî de şîrove bike.
Heya roja meya îro ji rêzê nebu bi hêsanî nehatinheya vê rojê bedelê wî bi hezaran heval şehîd hene, bi hezaran insanen me di zindanan de hene. Bi hezaran gunde her çar perçe kurdistane talan kirin heye. Bedelên wî giran bu lê eger mijar azadbûyinbe bedelên wî çikas giran dibe bila bibe bi wateye. Serokatî dema destpêkêr ferqa wî da bu.ji ber wî meriv nikare bi vê rojê şîrove bike.ji bo şîrovekî baş dibê meriv lo rojên berê heta îro mizeke.Di wan rojan de despêkê da jî me got kes nikaribû kalan kurdîtyê bike ew demê de raste çend çepên Tirka li hember ev tişt derdiketin kêm bû.Ew dem bi hezaran heta bi milyonan insanê çepker mêş dikirin daxûyaniyê didan çalakî dikirin bi taybet pêşengiya em bibêjin Mahîr Çayan,Ibrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş devleta Tirk a dagirker a faşist em pêşengên çepker hemiya di sê dara ra derbas kirin .piştre di çepê Tirk de şikandin hate jiyan kirin .Serok Apo di vê pêvajoyê da derket
Serok Apo dibêje em ji mîrasê çepên Tirkîyê tên. Ala kû li erdê mayê Serok Apo bilind kir . Ev al pêşenktiya Şoreşa Kurdistaniyê de li pêş xist. Ji ber vê tiştê em dibêjin em şoreşkerên gelê Kurd tenê ninin . Şoreşgerên ê Tirk û cîhanê ne.
Ev tişt di qadroyên me de jî ispat bûye ku em enternasyonalîstin . Di felsefe u persfektifên me de jî derdikeve pêş em tevegerekî netewî nînîn em tevgera gelê Kurd tenê nînîn . Di despêkê heya iro yanî roja kû PKK derket qadê heta îro hem tevgera ji bo azadibûyina insana hemû ne. Gelê bindestî û ê azadixwaz hemu mirov re tevgera me hembêz vekiriye u ev ispat buye. Li Kurdistanê û li hemû cîhanê e kû xwe bindest dibîne em wan his dikin heman rih parve dikin . Felsefa Serok Apo li hember faşîzmê û li hember neyar tekoşin dike û alê bilind dike divê herkes vê tistê baş dizanibe û ev tişt esas bigre.
Îro her car parçê dinyaye ye jî hatiye îspatkirin heval îro jî dişopînin li dewlete Evrupa li yên Emerika cur bi cur bi dewleten dervayê Kurdistan ji hemî piştgirîya Serokatî dikin
Bi taybet roja iro em binêrin bi sedan insanên kû rewşenbîr derdikevin ji bo azadiya Serok Apo îmze davejin daxûyaniya didin. Ev tişt îspat dike kû em tevgera cîhanê ne. Em tevgerek tenê bi gelê Kurd ve girêdayî nînin.Dema ku Serok Apo despêkê axaftina ku kiriye ew felsefe di nav dabû.Belkî gotîn ‘Kurdistan bindeste’ erê lê Serok Apo dizanibû kû azadiya gelê Kurd di azadiya gelê Tirkan re derbas dibe. Azadîya gelê bindestiyê hemû cîhanê jî dikare di vê felsefê de dikare cihê xwe bigire. Ji ber felsefeyekî dinyeviye.
Di vê xalê de tenê wisa bibêjin:’Gele Kurd bindeste,gele Kurd azad bikin’ ne bi vê şeklê ye. Bi vê şeklê de buna belkî bi şerekî çekdarî de dikaribu di felsefeyek teng bi stratejiyekî teng dikaribu şerekî bide mşandin. Lê ew têr nake.ji ber ku di felsefeya Serok Apo çi heye? Eger cîrane
Te azad nebe azadî bê wateye. Eger cîhan azad nebe çi mena azadiya Kurdistanê nîne. ji ber vê tiştê tû menaya azadiya tû kesê nîne. Destpêkê da jî me got Serok Apo bi vê felsefê hereket kir . Ji bet felsefekî ewkas fireh, kur û hemû cîhanê hembez dike 50 sal me li pey xwe hişt. Tevgerekî azadiyê dema ku derdikeve bigûman destpêkê de ti em bibêjin ligerîn kî şerekî çekdarî belkî nebû. Lê şertê wê demê bi taybetî sedsala 21 yekemîn niha em dema şirove dikin ji bo gelekî bîndestî azadiya xwe bindest be bi guman wek dibêje roja em têdene bê çekdarî nabe
Ew ji bo me tercîhek nîne em mecbur man kû me şerê çekdarî despêkir. Ji bo Serok Apo ev tercîh nebû mecburî bû. Derfetên Pkk ê Serok Apo û gelê Kurd dewa xwe bi renge kî dine xwe bînin ziman u xwe ifade bikin tunebû. Rengekî siyasi u rengekî bi çandî derfet tunebû. Di vê xalê de şerên çekdarî bi pêşenktîya heval Egîd de bi navê ARGK 1984 an de despêkir. Ev wek rêbaza azadiya gelê Kurd bû. Dewleta Tirk imkan bidana û heq û huquqen gelê kurd nas bikara ev rêbaza çekdarî belkî qet despê nekira.Lê ji wê rojên heya îro dewleta Ji bo tinekirina gelê Kurd rê meşand. Em ji şer hez nakin şer tenê ji bo kûştinê nîne. Ji bo jiyanê ye. Felsefa me ewe. Şerên me ji bo em jiyan bikin heye . Xwezi dewleta Tirk faşist neba xwezî demokrat buna xwezî mafên mirovayiyê pibarêsta xwezî derfetên me ê îfade kirina xwe hebuna. Ew dem meyê şerê çekdarî nekira. Ev şerên dimeşe berbirsiyarên wî dewleta Tirke. Ev daxwaza me nebû ji ber kû tû rê û rêbaz ji me re nehîştîn me çek da ser mila . Şerên ew demê û anha wek hev nîne. Şer jî di nava xwe de rêbaz dugeherîne. Li gorî pêşketinen leşkerî û teknîkî û teknîka leşkerî di nava xwe de guhertin derdikeve Em nikarin bejên şerin 1984 û anha wek heve. Ew dem taktîq û rêbazên me cûda bun.yanî em mizekin 2010 an de şerê gelê şoreşgerî hat despêkirin. Bi her tiştên xwe guhertin her tim heye. Dibe ku serkeftinekî nîhayî çênebiye lê di encam de heya roja îro tekoşin berdewam dike berxwedanî berdewam dike û herî dawîyê bi stratejiyê şerê gelê şoreşgerî bi encam û serkeftinê bi dawî bibe.
Em vê baweriyê de ne. Em ji vê bawer dikin û li ser vê baweriya xwe tekoşîn dikin. Di vê mijarê de divê her kes vê bawer bike. Belkî di van salê dawî de Dewleta Faşîst li ser ragihandina xwe de li dijî me propaganda dike, dibêje me xilas kirin, kes nema û carinan hejmaran jî dide dibêje me ewqas kuştin û Bakur evqas kes man û herwekî din prole dike.
Em ji her demê xurtirin. Di aliye felsefeyê de, ji aliye xweyê rêxistinî, îdeolojîk, tanzîmî, ji warê xwe yê leşkeri Û taktîkî de jî em di her demê xurtir in. Şerên Tunelan Û ê erazî bi tecvahî şerê 2021’an ji me re tecrubeyeke xurt ava kir.
Bi taybet Ciwanên Kurdistanê re bangawaziya min heye
Gere xwedî li şoreşê derbikevin. 50 sal mirasa tekoşînê heye. Pêşiya wê dîroka gele kurd de Miraseke berxwedanê heye. Serok Apo pêşengiya tekoşînê kir divê ciwan xwediyê vê derbikevin. Ew dema ku êdî em bikaribin azad jiyan bikin hatiye. Bila kes propagandayan neyên xapandın. Eger Ciwanên dixwazin azad jiyan bikin bila bere xwe bidin çiyayên azad. Li dijî êrişên faşîzmê ên topyekun divê berxwedaneke topyekun bê kirin.
Xwedî li Zindanan derketin bi taybet xwedî Îraliyê Serok Apo derketin erkeke dîrokî ye. Ciwan eger dixwazin din ava pelên dîrokê de bi awayekî rusipî, serbilind û tîpên zêrîn cihên xwe bigrin divê werin tevlî nava refên gerîla bibin.
Em hevî dikin ku bi tevlêbÛna ciwanan ve emê di sala 50’emîn ya tekoşînê emê bikin sala azadiya Rêbertî. Emê êdî vê dagirkeriyê têk bibin. Roj êdî hatiye. Roja Azadiya Kurd îroyê. Em bi vê baweriya banga xwe ya li hember ciwanan dubare dikin.