ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê ya Şirenxê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li Qada Newrozê tê lidarxisin. Ji serê sibehê ve pîrozbahî dest pê kir. Yên ewilî hatin qadê jinên Cizîra Botan in. Ji zarokan heta kal û pîran cilên xwe yên netewî ango kurdî li xwe kirine û ev cil û bergên wan li qadê dibe ahenga rengan.
Yek ji welatiyên serê sibê zû hat qadê jî Hecî Hesen e ku ew ji ber îşkenceya 12’ê Îlonê hişê xwe xwariye. Hecî Hesen bi kêfxweşî û govendê ket qadê. Amadekariyên dawî li qadê temam bûn û welatiyên li ber nokteyên polîsan hatin seknandin, govendê gerandin.
Xelkê Cizîrê ku ji du baskan ve ketin qadê hem strîn û hem jî govendê digerînin. Piştî vekirina deriyên qadê xelkê Cizîrê bi salvegera 30’emîn a ruhê Newroza sala 1992’yan diherike qadê.
Li qadê bi hezaran kes li ber muzîkê govenda azadiyê digerîne.