AGIR – Navnîşaneke din a Newroza ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hat pîrozkirin jî Bajarê Agirî bû. Di newroza ku li kêleka stadyûma bajêr hat pîrozkirin de gelek kes kom bûn.
Gelê Agiriyê ku bi dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” hat qadê, li ber def û zurneyê govend gerand. Li qadê pankarta bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hat daliqanin.
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Xelk li dora agir rawestiyan û heta helay rawestiyan. Piştre Koma Pel û Koma Kolektîfa Êlihê derketin ser dikê.