MÛŞ – Li Mûşê bi tevlibûna bi hezaran kesan li Qada Îstasyonê Newroz hat pîrozkirin. Hejmareke zêde ya polîsan li derdora qadê bû û bergiriyên awarte girtibûn. Polîsan li seranserî rêyê, qada Newrozê bi bariyan dorpêç kiribûn. Li derdora qada pîrozbahiyê li gel tîmên taybet, her wiha polîsên trafîkê û bi dehan komên polîsên sivîl û yên çevîk jî hebûn. Ciwanên ku dixwestin di du noqteyên lêgerînê bikevin qada Newrozê, bi hinceta “lêgerîna bombeyê” bi saetan li derve hatin sekinandin.
AGIRÊ NEWROZÊ VÊXISTIN
Piştre jî polîsan bi hinceta lêpirsîna nasnameyê û gelek hincetên din, nehêlan bi dehan ciwan bikevin qada Newrozê. Lê belê tevî hemû astengiyan jî xelkê Mûşê herikî qada Newrozê û Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kirin. Bi hatina gel re deqeyek rêz hat girtin û pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Piştre jî welatiyan agirê Newrozê vêxist û xelekên govendê gerandin.