NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xirbêt El-Bêda yê rojhilatê navçeya Eyn Îsa topbaran kirin.
Di encama topbaranê de du zarok birîndar bûn û navên wan wiha ne:
Mihemed Xelîl El-Hesan (12)
Eymen Hesen El-Hesan (12)
Her wiha da zanîn ku niha dewleta Tirk di van kêliyan de rawestgeha Seqir, rêya M4, kampa Eyn Îsa û gundê Mielek yên rojavayê navçeyê bi çekên giran topbaran dike.