RIHA – Malbata Şenyaşar di rona 379’an de nobeta xwe ya dadê didomîne.
Gelek jinên ku diçin edliyaya Rihayê serdana dê Dayika Emîne Şenyaşar dikin.
Dayika Şenyaşar dema ku jin serdana wê dikin derheqê çalakiya xwe dibêje, ”Kurê min girtî ye. Ez dixwazim kurê min were berdan. Kurê min rehîn girtine, bernadin. Di vê sir û seqemê de ev ji salekê zêdetir e em nobetê digirin. Bila kurê min berdin da ku em jî dawî li nobeta xwe bînin.”
Dayika Emine Şenyaşar bi bîr xist kurekî wê girtî ye, yek li ber edliyê pê re nobetê digire û got, ”Ên din jî me spartine bin axê.”
Dayika Emine Şenyaşar wêneyê ambûlansê ku liber Nexweşxana Dewletê ya Pirsûsê kevir bi ser hatî barandin nîşan da û got, ”Em dixwazin adaelet bi cih were. Adaleta vê hikûmatê nîne. Bes e êdî bila kurê min berdin.”