BOLÛ – Rêveberê Şaxê Enqereyê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Alîşan Şahîn di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Bolûyê de bi hinceta karên xwe yên pîşeyî hate destgîrkirin.
Şahîn li mala xwe di operasyona qirkirina siyasî de hate destgîrkirin û birin Qereqola Jendermeyan a li Yenîmahalleyê. Li gorî agahiyan tevî Şahîn 20 kes hatin destgîrkirin û biryara nepenîtiyê danîn ser dosya wan.