STENBOL – Milîsên Sarya Diyar ên KBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Di şevên 18 û 20’ê Adarê de li du navçeyên Stenbolê Milîsên Sarya Diyar 7 wesayîtên faşîstên ku berê hatibûn tespîtkirin şewitand. Di çarçoveya çalakiyê de li Bahçelîevler û Maltepeyê 7 wesayît hatin şewitandin. Piştî vê çalakiyê milîsên ve xwe gihandin baregehên xwe.
Em ê bi ruhê Newrozê re tarîtiya Dehaqan bi sê darikên niftikê yên Mazlûm û Dogan û Kawa ronî bikin. Em bang li gelên xwe dikin wekî li qadên Newrozê li hemberî faşîzmê bibin yek û têkoşînê geş bikin. Em ê li Zindana Amedê bibin Mazlûm, li Cizîrê bibin Bêrîvan û li Îzmîrê jî bibin Rehşan û em ê bibin kabûsa Dehaqên zalim.”