NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî ya bîranînê weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Baran Serhat bû pêşengekî xeta xwe û li her qada ku lê kar kir, hewl da şert û mercên şoreşê biafirîne.
HBDH’ê ragihand ku Baran Serhat her tim di hedefa dewleta Tirk de bû û got, “Hebûna wî ji bo dewleta Tirk her tim cihê gef û nearamiyê bû. Em vê bêhizûriyê ji Mahîr, Denîz, Îbrahîm û Mazlûman zanin. Em zanin ku ya wan ditirsîne, şoreşgerên li ser dîroka xwe ne.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di şexsê AKP-MHP’ê de hêzên serwer ên dewleta Tirk niha hîn bêhtir ditirsin. Şervanên şoreşa yekbûyî di her kêliyê de bi ser dewleta Tirk ve dimeşin. Em vê biryardariyê ji Baranan, Nûbaran, Ûlaşan, Şahînan, Sînanan, Delalan, Aynûran û Cerenan werdigirin. Û heta ku mîna bahozekê dijmin tarûmar nekin, em ê nesekinin. Em ê tola wan hilînin, em ê agirê şoreşê li her devera welatê xwe dadin. Di têkoşîna xwe de em ê xwedî li hevrêyê xwe Baran Serhat derkevin.”