ŞIRNEX – Hate diyarkirin biryara serdegirtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê hatiye dayîn.
Li taxa Cûdî Kasim Dayar (55), li taxa Konakê Abdullah Akman (40) û li gundê Dîrseklî jî Serdar Acar (44) hatin destgîrkirin. Sedema destgîrkirinê nehate diyarkirin.