MÊRDÎN – Girtiya siyasî Medya Çinar li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 25’ê Adara 2019’an de li dijî tecrîdê çalakiyeke fedayî kiribû û dawî li jiyana xwe anî bû.
Medya Çinar li gundê Margikê yê navçeya Qoserê li ser gora xwe hate bîranîn.
Malbat û rêveberên HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê Çinar li ser gora wê ya li gundê Margik a bi ser navçeya Qosera Mêrdînê ve bibîr anîn. Dayikên Aştiyê jî tevli bîranînê bûn. Şandeya HDP’ê û jinan ji aliyê dayika Çinarê, Çaçan Çinar ve hat pêşwazîkirin. Li ser gorê deqîqeyek rêz hat girtin.
Bîranîn bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.