İSTANBUL – Milîsên HBDH’ê Şervan Can Guder daxuyaniyeke nivîskî da û der barê çalakiya 23’ê Adarê ya li Stenbolê de agahî da.
Detayên çalakiyê wiha ne:
“Di 23’ê Adara 2022’an de saet di 20.00’an de me depoya BÎM Marketê ya li Arnavûtkoyê şewitand. Vê çalakiya me ya sabotajê li dijî depoya Marketa Bîmê ya li ser rêya kevn a Edîrneyê hate kirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin:
Milîsên me bi vê çalakiyê agirê Newrozê gurtir kirine û bihara me ya yekgirtî nêz e. Wê bihara me ya yekgirtî ji patronan û ji dewleta ku li zindanan şoreşger û zarokên gelê Kurd qetil dikin, hesap bipirse. Faşîzm, patronên ku keda karkeran dixwin û mêtingerî ji vî zimanî fêm dike. Em bi vê çalakiya xwe Şervan Can Guder ê li zindanê hate qetilkirin, şehîdên Newrozê û şehîdên Hefteya Qehremaniyê ya Neteweyî bi rêzdarî bi bîr tînin.”