SARATOV – Kurdên li Saratovê wekî her sal îsal jî di Newrozê de li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin.
Ji gelek bajar, navçe û gundên herêma Saratovê gel tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Pîrozbahî li navçeya Yerşov a Saratovê bi rêzgirtina bi qasî deqîqeyekê pêk hat. Hevserokên Otonomiya Kurdan a Yerşovê Mîrzaelî Yûsûbov û Gulîzer Yûsûbova di pîrozbahiyê de axivîn.
Hevserokan cejna Newrozê ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ya gerîlayên Kurdistanê pîroz kirin û diyar kirin di sala nû ya têkoşînê de ji bo azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wê têkoşîn were geşkirin.
Kote Fatoyan, Kamûran Gasanov, Hemîdê Mecî û Hozan Diyar jî di pîrozbahiyê de strandin.